Serokê Misrê Abdulfettah El Sîsî, hebûna dewleta Tirk a li Lîbyayê weke dagirkerî û gefa li ser herêmê ye binav kir.
Sîsî peyam da ku ew ê Lîbya ji hebûna komên terorîst û çeteyên biyanî paqij bikin û dawî li xeyalên dagirkeriyên bînin.
Serok dewletê Misrê Abdulfettah El Sîsî bi peyameke vîdyoyî beşdarî civata 75’an a Neteweyên Yekbûyî bû..
Di rojeva Sîsî de destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û bandora wê li ser aramiya herêmê hebû..
Serokê Misrê peyam da ku welatê wî bi biryar e Lîbyayê ji çete û komên terorîst paqij bike..
Sîsî hebûna dewleta Tirk a li Lîbyayê jî bi bîr xist û wiha got:
Em dizanin hin aliyên herêmê çekdarên biyanî tînin Lîbyayê.
Ji wan ew e ku wê xeyalên xwe ên dagirkeriyê bicih bînin.
Em ê hedekî ji destwerdana van hêzan re deynin.