SEROKÊ NAVENDA LÊKOLÎNÊN KURDÎ SEYÎD EBDULFETAH: ‘TECRÎDA LI SER OCALAN ÎSPATA DÎKTATORIYA DEWLETA TIRK E’
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîre Seyîd Ebdulfetah derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de peyamek bi dîmen weşand.
Seyîd Ebdulfetah got tecrîda li ser Ocalan îzbata dîktatoriya dewleta Tirk e…
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîre Seyîd Ebdulfetah di peyama xwe de wiha dibeje:
“Rejîma Tirk rejîmeke dîktatoriye ev zext îspat dikin ku ev rejîm yasaya navnetewî binpê dike.
Ocalan ti sucek dijî mirovahiyê nekiriye. Zêdetirî 20 sale ji aliyê rejîma Tirk ve dîl hatiye dîl girtin. Yê sûçdar Dewleta Tirk bi xweye.”
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîre bang li tevahîyê cîhanê kir ku li Ocalan xwedi derkevin û ji bo azadiya wî bikevin nava tevgerê.