Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrî Recai Feyid: Ocalan girtîgeh veguherandiye mekanê afirandina fikir û felsefeya azadiyê 28.02.2021

 

SEROKÊ NAVENDA LÊKOLÎNÊN KURDÎ YA MISIRÎ RECAÎ FEYID:
‘OCALAN GIRTÎGEH VEGUHERANDIYE MEKANÊ AFIRNANDINA FIKIR Û FELSEFEYA AZADIYÊ’

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirî Recaî Feyid tekildarê pirtûka ku li ser rêber Apo û doza Kurdî nivisîne ji ajansa Nûçeyan ANHAyê re axivî.

Recaî Feyîd di heman demê de Endamê Meclisa Karûbarên Derve ya Misirê ye û di Komîteya Erebî ya Azadiya Rêber Apo de jî cîh digire.

Feyîd bi tevî hevalê xwe, serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban, pirtûka bi navê “Serok Ocalan û doz” ku beriya du salan bi erebî nivîsandibûn ji nû ve çap kirin.

Feyid rêber APO weke girtiyekî nabîne, tam berovajî wî weke afîrenêrê fikir û felsefeya azadiya gelên bidest pênase dike û rewşa li zîndana Îmraliyê bi van gotinan terîf dike:

“Kesên hewl didin bi tecrîd û zindanan dor li birêz Ocalan teng bikin, ji bîr dikin ku ew di rastiyê de ne girtî ye. Wî girtîgeh veguherandiye mekanê afirnandina fikir û felsefeya ku gelên bindest tê de azadiya xwe dibînin. Deriyên zindanê nikarîn rê li pêşiya fikirên wî bigirin. Ew bi serket. Teoriyên wî êdi di pratîkê de pêk tên. Xewn bû rastiyeke xweş.”

SEROKÊ NAVENDA LÊKOLÎNÊN KURDÎ YA MISIRÎ RECAÎ FEYID:
‘KOMÎTEYA AZADIYA OCALAN DI NAVA CÎHANA EREBÎ DE ELEQEYEKE MEZIN DIBÎNE’

Recaî Feyid agahî da ku wan navê `Komîteya Misirê ya azadiya Abdullah Ocalan’ guherandine, di şûna Misirê de gotina “Erebî” bi cîhkirine û sedemê wê jî wiha îzah kir:

“Misir û welatên ereb nikarin li hember girtina vî têkoşerê mezin bêdeng bin. Me pêşî gelek kesayetên siyasî û fikirî yên Misirî dawetê nava vê komiteyê kir. Eleqeyeke mezin çêbû. Hejmara kesên tevlî vê komiteyê bûn ewqas zêdebûn ku ji sînorên Misirê derbas kir. Edî vekirî xuyaye ku azadiya birêz Ocalan daxwazeke erebî ye jî.”

Recaî Feyid derheqê armanca komiteyê de jî wiha axivî:

Armanca pêşî xebatên ji bo serbestberdana birêz Ocalan û danasîna fikrên wî ye. Bi vê re em balê dikişînin ser doza azadiya gelê Kurd. Di cîhana Erebî de, çiqas nivîs û pirtûkên li ser doza kurdî hene tev tên berhev kirin û li ser malperên tevna civakî tên belav kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv