Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokê PADÊ Omer Salih: Em ne Êzidiyên berê ne ku plana li ser Şengalê qebûl bikin 22.10.2020

 

SEROKÊ PADÊ OMER SALIH:
EM NE ÊZDIYÊN BERÊ NE KU PLANA LI SER ŞENGALÊ QEBÛL BIKIN

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan Omer Salih Îbrahîm eşkere kir ku ew ê peymana li ser Şengalê bicih neyê..

Salih Îbrahîm anî ziman ku Êzdî ne mîna berê ne û wiha got:

Li pişt planên li ser Şengalê dewleta Tirk heye. Bêyî îradeya gel, ew ê ti peyman neyê qebûlkirin.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan Omer Salih Îbrahîm derbarê peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ji ANF’ê re axivî…

Îbrahîm bi bîr xist ku peymana mijara gotinê bêyî vîna gelê Şengalê hatiye çêkirin û wiha dewam kir:

Li gorî me wê ev peyman pêk neyê. Ji sedî 80’ê gelê Şengalê peymanê qebûl nake.

Hemû hêzên ku niha li Şengalê ne, fermî ne û girêdayî hukûmeta Iraqê ne. Îdîayên ku dibêjin;

Şengal ne arame ji rastiyê dûr in.

Gelê Şengalê encama 2014’an ji bîr nake.

Kesên wê demê ew bi êrişa DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin ji bîr nake.

Tenê baweriya xwe bi hêzên ku li ber xwe dan û Êzdî ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin heye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv