Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokê PADÊ Omer Salih: Metirsî mezin e, divê civaka Êzidî bi berxwedanê pêşî li pîlana dijmin bigre 05.12.2020

 

Serokê PADÊ Omer Salih bang li civaka Êzidiyan kir da ku biçin ber derê navendên Asayîşê û got: “Ji ber ku metirsiyek mezin li ser civaka me ya Êzidî heye, divê ciwan û hemû xelkê Êzidî bi berxwedanê pêşî li vê pîlana dijmin bigrin.”

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, duh li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn. Roj bi roj piştgiriya ji bo Asayîşa Êzidxanê di nava civaka Êzidî de zêde dibe. Duh serokê PADÊ Omer Salih serdana konê berxwedanê kir. Omer Salih li ser metirsiyên li ser destkeftiyên civaka Êzidî ji Rojnews re axivî.

Omer Salih got ku divê hemû xelkê Êzidî biçin ber derê Navendên Asayîşa Êzidxanê, ji ber ku metirsiyek mezin heye. Omer Salih got ku divê civaka Êzidî bi berxwedanê pêşiya pîlanên dijî destkeftiyên xwe vale derbixe, ji ber ku hebûna asayîşê, tê wateya rûmeta Êzidxanê.

Serokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih di dewama axaftina xwe de got ku bi dehan car ferman bi ser civaka Êzidiyan hate kirin, tevî hemû komkujiyan civaka Êzidî li ber xwe da hebûna xwe parast.

Salih behsa lihevkirina 9’ê Cotmeyê di navbera Iraq û Hewlêrê ya li ser Şengalê de kir û wiha axivî; “Lihevkirina çêbûyî girêdayî ferman û pîlanên li ser Şengalê ne. Lê civaka me çawa berê li ber xweda, wê îro jî li ber xwe bide. Peymana di navbera Bexda û Hewlerê de, xeteriyeke mezin li ser hêz û îradeya me dide çêkirin. Rê li ber fermanên nû vedike, xeteriya li ser hêzên me yên parastinê, di heman demê de xeteriya li ser gelê meye. Niha jî dibêjin bila Asayîşa Êzidxanê di nava bajêr de nemîne, çawa dibe gelek ewqas bedel bide û ji wan re bêjin em îradeya we nasnakin. Wê gelê me vê yekê qebûl neke, li pişt van pîlanan, em dizanin MÎT’a Tirk, îstîxbarata PDK û Iraqê  heye. Ji ber berjewendiyên xwe naxwazin Êzidî bibin xwedî îrade. Dîsa hinek muxtarên Êzidî jî hevkariyê bi vê lihevkirinê re dikin, heya niha jî bi dijminên ku ferman bi ser Êzidiyan re anîne, dirûnin. Wê Êzidî ticarî vê yekê ji wan re qebûl neke.

Omer Salih bang li civaka Êzidî kir û got; “Ez bang li xelkê Êzidî û hemû ciwanan dikim da ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Pêşiya fermanan bigrin, emê jî weke PADÊ, heya dawî li gel berxwedana gelê xwe bin. Çi ji destê me bê emê bi gelê re bikin û em vê berxwedana gelê xwe pîroz dikin. Di vê bi hezaran xelkê me berê xwe bidin ber navendên Asayîşan, ji ber ku xeterî hîn heye û mezine. Divê em bi berxwedan û helwesta xwe pêşî li vê pîlanê bigrin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv