Pêvajoya metirsiyên li ser yekîtiya gelê kurd, siyaseta li dijî yektîiya rêxistinên Kurd ketiya rojeva tevayî kurdan. BI taybetî li Bakurê Kurdistan, ji bo derberîna helbesteke yegirtî ya rêxistinên kurd, hewldan dest pêkirin. Derbarê mijarê de serokê giştî yê Partiya Azadiyê Aytulah Aştî tevlî Nîvroj bû.
Ayetulah Aştî destnişan kir: Em bi rengekî vekirî dibêjim cudahiya nerînan di navbera hemû aliyên siyasî dibe ku hebin. Ev hesayî ye. Nerînê çi bibe bila bibe, divê hemû hewldan bikevin xizmeta avakirina serweriya netew. Em li dijî nakokî û dubenditiyê di navbera hemû aliyên kurd in. Loma cudahî di navbera hemû aliyan de nîne.