Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê Ahmed Bahadîn Şaban: Divê herkesê ku alîgirê azadî û aşitiyê ye bê şik tevlî vê kampayayê bibe 12.02.2021

 

KAMPANYAYA “AZADÎ JI OCALAN RE”
JI HER BEŞÊ CIVAKÊ KES TEVLÎ KAMPANYAYÊ DIBIN

Komîteya “Azadî Ji Ocalan Re” ku ji aliyê rewşenbîrên Ereb ve hate avakirin, di 29’ê Cotmeha 2020’î de dest bi kampanya îmzeyan kir.

Li ser mijarê Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê û Yek ji Pêşengên Înîsîyatîfa Erab a “Azadî Ji Ocalan Re” Ahmed Bahadîn Şaban tevlî Nîvrojê bû.

Ahmed Bahadîn Şaban di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampayayê û got:

“Ev 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şertên pir zahmet te dîl tê girtin.

Kesên di nav înîsiyatîfê de cihê xwe digrin ji bo zext û êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin, ev kampanya dan despêkirin. Armanca kampanyayê diyare. Azadiya Ocalan a fizîkî ye.

Ji gelek deverên cûda tevlêbûnek xurt ji bo kampayayê heye. Em ê jî bi xebatên xwe ve hewil bidin ku vê xebatê hîn mestir bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ahmed Behadîn Şaban bang kir ku herkes tevlî kampanyayê bibe û wiha got:

“Divê herkesê ku alîgirê azadî û aşitiyê, bê şik tevlî vê kampayayê bibe. Bi tevlêbûnek xurt ve em dikarin azadiya vî mirovê mezin ê xwedî bîr û baweriyek xurt mîsoger bikin.

Doza gelê Kurd dozek pir bihêz. Tu carî daxwaz û hêviyên gelê Kurd ji bo azadiyê lewaz nebûye. Lewma divê dewleta tirk a dîktator nefikire ku wê bikaribe vê dozê binbixe.”

Li başûrê Kurdistanê jî heya niha zêdeyî 1250 rewşenbîr tevlî vê kampanyayê bûn e.

Endamê komîteyê Şoreş Xidir ragihand ji her beşê civakê kes tevlî kampanyayê dibin.

Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de tên komkirin wê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Yekîtiya Ewropayê, Komîseriya Yekîtiya Efrîkayê û Sekreterê Giştî Yê Dewletên Ereb re bên şandin.

Ev kampanya bi giranî li welatên Ereb û Kurdistanê tê meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv