Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz: ‘Armanc ne xelaskirina eskeran bû’ 01.03.2021

 

“ARMANC NE XELASKIRINA ESKERAN BÛ”
BI DIYALOGÊ 368 DÎL HATIN BERDAN LÊ BI ÊRIŞA GARÊ 13 DÎL KUŞTIN

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz der barê encama êrişa li dijî garê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Tahmaz tîne ziman ku êrişa li Garê sînorê bêçeseriya pirsgirêka Kurd nîşan da û dibêje:

Operasyona Garê hevsengiya siyasetê serûbin kir.

Êdî kevir ji cihê xwe leqiya. Ji salên 1990’î heta 2015’an 368 esker hatin rizgarkirin.

Armanca operasyonê ne xelaskirina 13 eskeran bû.

Tahmaz wiha dewam dike: Deshilatiya Erdogan xwest vê operasyonê jî veguherîne ya ku pê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê.

Wezîrê Karên Hundir bi awayekî veşarî got, ‘Di hedefê de Murat Karayilan heye.”

Tahmaz, destnîşan dike ku êrişa li Garê nîşana sînorê çareser-nekirina pirsgirêka Kurd bû û dibêje:

Êdî dê tu tişt wekî dema berê neyê nirxandin. Îqtîdar riziya ye.

Ji bo xwe ji vê çavdêriyê rizgar bike, wê taktikên nû bixe pratîkê.

Wê bi hemû hêza xwe tevgera siyaseta Kurd bike hedef.

Ev operasyon di heman demê de ji bo îqtîdarê bû sînorek.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv