Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serpêhatiya têkoşîna fermandar Yilmaz Dêrsim

 

Fermandarê nemir ê HPG’ê li Eyaleta Dersimê Yilmaz Dersim kî bû?

Di malbateke çawa de mezin bûbû?

Berê vî mirovê navûdeng daye li Dersimê çi dabû nava şoreşa Kurdistanê?

Em bi hev re li kurtejiyana Îsmaîl Surgeç bi nasnav Yilmaz Dersim temaşe û guhdarî bikin.

ÎSMAÎL SURGEÇ(YILMAZ DERSIM)-27 SALÊN NEMIR JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDISTANÊ

1975’an li Dersimê ji dayîk bû… Kurê Gaye û Xidirê Dersimî bû.

Ji malbateke welatparêz a zarokên xwe da oxira şoreşa Kurdistanê rabû.

hpg-gerillasi-sehit-yilmaz-dersim-kazim-surgec
Birayê wî yê Mezin Kazim Surgeç bi nasnav Yilmaz 1981’ê beşdarî têkoşîîna azadiyê ya Kurdistnaê bû.

Birayê din ê mezin Çetîn Surgeç bi nasnav Aydin Dersim 1992’yan beşdarî nava refên gerîla bû û şehîd bû.

1993’yan 3 mehan 1994’an 7 mehan di zindanên dewleta Tirk de ma û 3 caran hat binçavkirin.

Ji bo tola birayên xwe û şehîdên Dersimê berê xwe da nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê.

1994’an êdî gerîlayekî tevgera azadiyê bû û nasnavê birayê xwe Kazim Surgeç, Yilmaz danî ser milê xwe.

Sala 2000’î Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan, 2003’yan û 2014’an Akademiya Mahsûm Korkmaz bi serketî qedand.

Li herêmên Dersim, Başûr, Qendîl, Derya Reş-Koçgirî gerîlatî kir.

Li Derya Reş di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de birîndar bû.

2016’an dîsa berê xwe da Dersimê ya bi hesreta Munzûra wê û çiyayên wê bû.

1996’an Zeynep Kinaci-Zîlan nemir naskiribû û derheqê çalakiya wê de nameyek nivîsîbû:

“Ez şahidê kêliyên wê yên dawî bûm. Ev bû şerkerî û fermandariya rastî. Bîranîna wan rojan û nivîsandina wan gelekî zehmet e. Yek ji pirsgirêkên min ên herî mezin ew e, ku nikarim hest û fikrên xwe bînim ziman û binvîsim.

Jiyana bi salan a li ser van çiyayan di nava xwezayê de bi mirov re kûrbûneke bêhempa diafrîne. Jiyana nêzî li ser sînorê mirinê û jiyanê û hin caran hembêzkirina her duyan. Di nava vê têkoşînê de ti carî min jiyana xwe ya takekesî esas negirt.

Gelek caran min xwe avêt ber mirinê. Weke rêgezekî mirineke bi egîdî ya di nava vî şerî de min danî pêşiya xwe. Ji ber ku qada şer qada wêrekî û fedakariyê ye.”

Yilmaz Dersim Herî dawî li Dersimê Fermandarê HPG’ê yê Eyaletê bû.

10’ê Mijdarê li Geliyê Axvanos ê Dersimê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv