Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şertên nû yên ENKS’ê wekî şertên li dijî destkeftiyên şoreşê tên dîtin 23.10.2020

 

ENKS DIXWAZE PERWERDEYA KURDÎ Û HEVSEROKATÎ RABE
ŞERTÊN NÛ YÊN ENKS’Ê, WEKÎ ŞERTÊN LI DIJÎ DESTKETIYÊN ŞOREŞÊ TÊN DÎTIN

Dema ku hevdîtinên ji bo yekitiyê yên li Rojava, rê li ber kêfxweşiyê vekirin, şertên nû yên ENKS’ê birin ser maseyê, bûn sedema nerazîbûnan.

Sedema nerazîbûnan jî şertên nû yên ENKS’ê ne.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl ev şertên nû yên ENSK’ê eşkere kirin û nerazîbûn nîşan da.

Wekî Aldar Xelîl diyar kir ENSK dixwaze perwerdeya Kurdî ya li Rojava û pergala hevserokatiyê rabe.

Ev şertên li dijî 2 ji destketiyên girîng ên şoreşa Rojava rastî nerazîbûnên tûnd hatin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi gotina Hallaci Mansur ya wekî “ne kevirên dijmin diavêjin, lê gulên dost diavêjin me birîndar dikin” nerazîbûn nîşan da.

Leyla Guven got ku ew bawera wê kesên xwedî di mijara destketiyên bi xwîna sed hezaran hatine bi destxistin de paşde gav neavêjin.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava jî bi van gotinan nerazîbûn nîşan da:

Mamosteyên dibistanên cûda yên Rojava jî, nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ewê xwedî perwerdeya bi zimanê dayikê derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv