Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şervana YPJ a Ereb Ararat Tolhildan: Ez li vêderê fêrî wateya azadîyê bûm

 

Keçeke Ereb ji bo mil bide milên jinên Kurd beşdarî nav refên YPJ’ê bû.

Şervana YPJ’ê navê Ararat Tolhildan li xwekiriye.

Ararat Tolhildan dibêje: min xwest ez ji di jiyana xwe de guhertin bikim û ji ber wê çendê ew beşdarî nav refên şoreşê bûye

ŞERVANA YPJ YA EREB ARARAT TOLHILDAN:
EZ LI VÊ DERÊ FÊRÎ WATEYA AZADIYÊ BÛM

Piştî hezarên salan, vejîna jinê li xaka rojavayê Kurdistanê şênber bû.

Li vê xakê jinan li dijî dagirker û çeteyên hov têkoşiyan û navên xwe li dîrokê nivîsandin.

Jinên berxwedêr îro li xaka Bakur û Rojhilatê Suriyê vê têkoşîna xwe li qada siyasî, eskerî û civakê didomînin.

Ne tenê jinên Kurd di nava vê têkoşînê de cîh girtin.
Ev têkoşîn bû malê hemû pêkhatiyên Ereb, Asûr, Çerkes û Ermen ên Bakur û Rojhilatê Suriyê.

Yek ji van jinên ji pêkhatiyan jî jina Ereb û şervana YPJê Ararat Tolhildan a ji Serêkaniyê ye.

Ararat ji bo Suriyeke demokratîk û azad berê xwe dide nava şoreşê.

Şervana Ereb dibêje Civak bi zihniyeta zilamê serdest wan hikum dike û wiha sedema tevlîbûna xwe ya nava refên YPJê vedibêje;

Min rewşa ku jin di civakê de rûbirû tên qebûl nekir. Min xwest tiştek bikim û ji ber vê biryar da ku ez beşdarî nav YPJ’ê bibim

Vaye ez li vir im û li ser xeta azadiyê dimeşim. Îradeya min xurtir bûye, ez xwedî nêrîneke azad im, ji bo azadiya xwe û azadiya hemû jinan têdikoşim.

Ararat Tolhildan îşaret bi êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got:

Bi fikr û îradeya jina azad emê hemû xewn û xeyala Erdogan vala derxin.

Şervana YPJ’ê ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji bo jinê pêş xistiye bibîrxist û got,

Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan lingnên sereke yê şoreşa jinê danî. armanca min ez xwe ji hemû cureyên koletiyê rizgar bikim.

Ez ê bi hemû hêza xwe têbikoşim da ku hemû jinan ji desthilata mêr rizgar bikin.”

Şervana YPJ’ê Ararat Tolhildan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî refên têkoşîn û şoreşê bibin daku bikarin xwe ji hemû cûreyên desthilatdarî û dagirkeriyê rizgar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv