Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şervana YPJ’ê ya Ereb: Xwedî li azadiyê derkevin 30.09.2020

Şervana YPJ’ê ya Ereb Hebûn Ereb ku ji destê DAÎŞ’ê reviya û ber bi azadiyê ve bi rê ket, bang li jinan kir ku xwedî li azadiyê derkevin.

Pêşengên Şoreşa Rojava jin in. Jiyana jinên ji gelek beşên civakê û gelan bi şoreşê re guherî. Jinên ku li qadên siyasî, civakî û leşkerî têdikoşin, paşeroja xwe ava dikin.

Yek ji wan jinan ku jiyana xwe diyarî azadiyê kiriye, Hebûn Ereb a ji gelê Ereb e ku tevlî nava refên YPJ’ê bûye.

Hebûn Ereb qala zilm û zordariya DAÎŞ’ê kir û niha bi têkoşîna xwe bûye hêviya jinan.

‘CEWHERA ÎSLAMÊ JI NEDÎTÎ VE DIHATIN’

Hebûn Ereb anî ziman ku bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re ji ber ku şer li Hûms û derdora wê giran bû, ew neçar man koçî Reqayê bikin û got, “Me nizanîbûn ku DAÎŞ paytexta çeteyên DAÎŞ’ê ye. Me nizanîbûn DAÎŞ bi xwe çi ye. Çeteyên DAÎŞ’ê qanûnên xwe li me ferz dikirin. Ya destpêkê jî ew bû ku em çarşefa reş li xwe bikin. Beriya em koçî Reqayê bikin min qet çarşefa reş li xwe nekiribû. Her wiha dema ku em diçûn dibistanê, perwerde tenê li ser pirtûkên têkildarîolê bû. Di mijarên dîrokê yan jî zanistiye de ders nedihatin dayin. Di dersan de her wiha li ser cewhera ola Îslamê jî perwerde nedihate dayin. Bi rengê ku xizmetê ji fikrê DAÎŞ’ê re bike û bandorê li nêrîna me bike, bi rêbaza ku bêjin, ‘binerin em parêzvanên esasî yên Îslamiyetê ne’ perwerde didan.”

‘LI KUŞTINA BAVÊ XWE TEMAŞE KIR’

Hebûn Ereb got, “Ti eleqeya çeteyên DAÎŞ’ê bi Îslamiyetê re tune bû. Çeteyan li gorî berjewendiyên xwe qanûn ferz dikirin. Li gorî Îslamiyetê tevnedigeriyan.”

Hebûn Ereb qala bûyerekê kir ku dema li herêm DAÎŞ’ê bû qewimî û ti carî ji bîr nake:

“Min bi çavên xwe dît ku leşkerên rejîmê yan jî mirovên ku sûcê xwe nediyar bû, destê wan dihate jêkirin, gule berdidan serê wan an jî bi derziyê dihatin kuştin. Yek ji girtiyên hate kuştin bavek û keça wê bûn. Li pêş çavên keça wê gule berdan serê bavê wê. Rewşa wê keçê ku li kuştina bavê xwe temaşe kir ji ber çavên min naçe.”

‘EZ HATIM ZEWICANDIN, ZEXT Û TUNDÎ LI MIN KIRIN’

Hebûn Ereb ku bi çeteyekî DAÎŞ’î re hate zewicandin, qala wê pêvajoyê kir:

“Bi zilamekî DAÎŞ’î re hatim zewicandim. Hevserê min zext û tundî li min dikir. Li min ferz dikir ku tenê bibim jinek li malê. Destûr nedida ku derkevim derve.

Çeteyekî mêr ê DAÎŞ’ê, piştî ku jinek dît, qet ne girîng e ku bi dilê wê jinê ye yan na. Ne girîng bû ku bi dilê malbata wê jinê ye yan na. Piştî ku keç bi mêrê DAÎŞ’î re hate zewicandin, weke ku tenê ya hevserê xwe ye destûr nedidan ku malbata xwe jî bibîne. Çeteyê DAÎŞ’î bimire jî ew jin neçar e ku bi çeteyekî din ê DAÎŞ’ê re bizewice. Û tişta ku tenê divê bike jî yekser zarokan bîne dinyayê, li malê xwarinê çêbike, karên malê bike. Ti carî destûr nedidan ku derkeve derve. Malbatan bi xwe zext li keçên xwe dikirin ku tenê karên malê bikin û dernekevin derve. Jiyana me bi zext û zilmê derbas dibû.”

‘MIN XWE NAS KIR Û FÊHM KIR’

Hebûn Ereb li ser sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên YPJ’ê wiha axivî:

“Beriya salekê ketim bin bandora YPJ’ê û tevlî bûm. Piştre min fêhm kir ku jin im, min hêza xwe nas kir, desthilatdariya mêr nas kir û xwe fêhm kir. Beriya Reqa bê rizgarkirin 2 salan bi çeteyên DAÎŞ’ê re mam. Wê demê min nizanîbû ku çi çi ye, li dinyayê çi diqewime. Haya min ji tiştekî tune bû. Haya min ji azadiya jinê tune bû. Dema ku bi çeteyên DAÎŞ’ê re bûm min gelek zorî kişand. Ji ber ku jiyana min ne bi vî rengî bû.”

‘DIXWAZIM NÎŞAN BIDIM KU KOLETIYÊ QEBÛL NAKIM’

Hebûn Ereb got, “Ji ber ku di nava YPJ’ê de Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn û şer dikin, min xwest tevlî bibim” û wiha dewam kir: “Her wiha min dixwest ku nîşanî mêrê pê re bûm bidim ku ez dixwazim bi rengekî azad bijîm. Piştî ku tevlî bûm, ji nû ve min jinbûyîna xwe fêhm kir. Dema ku min dît li qada şer jin û mêr şer dikin, min dît ku cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Ketim bin bandora YPJ’ê û min xwest tevlî bibim. Bi tevlîbûna li nava refên YPJ’ê min nîşanî malbata xwe, hevalên xwe, xizmên xwe da ku dikarim weke jineke azad bijîm. Di nava refên YPJ’ê de dixwazim ku timî di nava hêzên çekên giran de bimînim û her tim li eniya şer bim, xwe ispat bikim.

Dema ku li Hûmsê bûm li dijî dijmin min şer nekir, nikarîbûm şer bikim. Lê belê li vê derê bi rabûna li ber dijmin, bi rahiştina çekê dikarim ji bo azadiya xwe şer bikim. Li Hûmsê jin nikarîbûn tevlî şer bibin. Li vir eger jin bixwaze dikare bike. Ez jî ji bo li dijî dijmin şer bikim tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Piştî ku em neçar man ji Hûmsê koç bikin, ji ber ku tênekoşiyam û min şer nekir, min gelekî êş kişand. Niha jî ji bo poarastina destketiyan ez ê têbikoşim.”

Hebûn Ereb bang li her jineke ku zext û zilmê ji desthilatdariya mêr dibîne kir ku li cihê lê ne li ber koletiyê rabin, xwe azad bibînin û têbikoşin.

‘DEST JI ZAROKÊ XWE BERNADIM’

Şervana YPJ’ê Hebûn Ereb anî ziman ku dema bi çeteyê DAÎŞ’ê re zewicî bû zarokeke wê hebû û got, “Ji ber ku tevî zarokê xwe me, apê min ê li Tirkiyeyê helwest li dijî min nîşan da. Bavê zarokê min çete jî be ez nikarim dest ji wî berdim, ew parçeyek ji bedena min e û nikarim dest ji wî berdim. Berevajî rêya bavê xwe, ez dixwazim kurê min li ser vê rêya min azadiyê bimeşe û bi çanda xwe dixwazim wî mezin bikim. Ez ê bi terbiye û perwerdeya xwe zarokê xwe mezin bikim.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv