Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Kurdistan

Şervanê YPG’ê Reşîd Zîron li Şehbayê şehîd bû

YPG’ê ragihand, şervanê wan Reşî Zîron dema li Şehbayê bi erka xwe ya rakirina mayinan radibû şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir, şervanê YPG’ê Reşîd Zîron dema ku li herêma Şehbayê ji bo gelê Efrînê mayinên çeteyan radikir, şehîd bû.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Hevrêyê me Reşîd Zîron ji bo gelê me yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçberî herêma Şehba bibûn û xwe teslîmî koletiyê nekirine rastî mayînên çeteyan ên ku li herêma Şehba neyên, dema bi karê rakirina mayînan radibû gihîşt asta şehadetê.

Hevrê Reşîd bi ruhê xwe yê ciwan, berpirsyar û fedekar di her kêlî û demê de li kêlek hevalên xwe bû û tekoşîna xwe ya azadiya gelê xwe dida meşandin. Bi rûkenî û moralê xwe di dilê her hevalekê/î de cih digirt. Di karê xwe de bi disiplîn, sebir, baldarî û xuliqkarî ji bo hevalan mînak bû. Bi ruhê welatparêziyê yê ku ji malbatê, bi fikir û felsefeya ku ji çavkaniya azadiyê girtiye di jiyana xwe ya şoreşger de li dijî koledariyê têdikoşiya.

Em weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel soz didin ku em ê li ser şopa hevrêyê xwe Reşîd û hemû şehîdên şoreşê bin. Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan têbikoşin û ji malbata wî û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Reşîd Zîron
Nav paşnav: Ziya Demîr
Dayik: Asiye
Bav: Sebrî
Cih û dema şehadetê: Şehba / 4’ê Gulana 2018

Ev jî hatin dîtin

Dr. Yusuf Mihemed: Bûyerên îro lidarxistina Kongreya Netewî li ser me ferz dike

Stêrk Tv

HPG: Li Lêlîkanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn

Stêrk Tv