Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şervanên Ermenî û Azerî: Dewleta Tirk dixwaze gelan bi hev bide qirkirin

 

Dewleta Tirk a ku dixwaze sûdê ji nakokiya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê bigire, hewl dide di navbera gelên herdû welatan de şer gûr bike..

2 şervanên Azerî û Ermenî yên Li Rojavayê Kurdistanê ev siyaseta dewleta Tirk weke hewldana qirkirina gelan binav kirin..

Herdû şervanan, ji Rojava bang li gelê xwe kirin da ku li hemberî faşîzma Tirk hişyar bin..

Di navbera 12 û 17’ê Tîrmehê de li herêma sînor a Tavûşê, şerê artêşa Ermenistan û Azerbaycanê rû da..

Di encamê de generalên payabilind ên Azerî jî di nav de gelek esker hatin kuştin..

Weke her carê, dewleta Tirk a xwest sûdê ji nakokiya herdû welatan bigre, ket nava hewldana gûkirina şer..

Hin welat jî di nav de gelek derdor bangên hişyarî li Ermenîstan û Azerbêcan kirin da ku nakokiya di navbera wan de veneguhere şerekî mezin..

Lê peyama herî watedar a têkildarî mijarê ji Rojavayê Kurdistanê hat..

2 şervanên ji Azerbaycan û Ermenistanê ku beşdarî şoreşa Rojava bûne û di heman çeperê de şerê parastina mirovahiyê dikin, payemên bi wate dan..

Herdû şervan hem fikr in ku dewleta Tirk bi gurkirina şer dixwaze gelên Ermenî û Azerî bi hev bide qirkirin û bi van gotinan bang li gelê xwe kirin:

Dewleta Tirk a faşîst di ser Arzerbaycanê re dixwaze qirkirina gelan pêk bîne. Divê gelên me li dijî lîstokên faşîstan hişyar bin. Îro em li Rojavayê Kurdistanê di eniya şerê li dijî faşîzmê de bûne yek.

Li vir tişta em dikin parastina mafê gelan e.

Banga me taybet ji bo gelê Azerbaycanê yê aştîxwaz e.

Divê bi ti awayî li çeteyên faşîst xwedî dernekevin. Ew derdor ti carî wî aramî û aştiyên neyên Azerbaycanê.

Em jibîr nekin, dewleta Tirk îro daye pey xeyalên Osmaniyan. Ji bo em rê nedin van planan, lazime em di eniya têkoşînê de destê hev bigrin..

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Kerem Çîftçî: Tê hewldan komployek nû lidar bêxin 27.10.2020

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan: PDK xwe ji şer re amade dike 27.10.2020

Stêrk Tv

Li Biradostê êrişên dewleta Tirk a dagirker 27.10.2020

Stêrk Tv

Li dijî daxuyaniyên provokatîk ên Erdogan welatên Ewrûpa li Macron xwedî derketin 27.10.2020

Stêrk Tv

Hukumeta Alman: Ji sala 2016’an ve pêwendiya Erdogan û ixwanê Muslimîn zêde bûye 27.10.2020

Stêrk Tv

Ji pênûsa rojnameger Necmettîn Salaz nivîsa “Bexda-Hewlêr-Şengal” 27.10.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!