ŞEWATA LI ÇIYAYÊ CÛDÎ
LI 7 QADÊN CÛDA YÊN ÇIYÊ ŞEWAT DIDOME
Ev 3 roj in 7 qadên cûda yên çiyayê Cûdî dişewitin.
Şewat ji aliyê dewleta Tirk a Kurdistan dagir kiriye ve hat derxistin
Cûdî 7 roje dişewit e.
Ne hawirdorparêz nejî kesên dibêje ez ekolojîstim dengê xwe dernaxe.
Bi gotinek din, yên ji bo xwezayê qiyametê radikin, dema dibe Kurdistan xwe ker û lal dikin.
HDP’ê îro derbarê qirkirina xwezayê de daxuyaniyek da.
Li çiyayê Cûdî yê Şirnexê, dagirkeriya Tirk agir bi 7 qadên cûda xist.
Ev der Gundikê Remo, Gundikê Spîndaruk, Gilindor, Cifanê, Newa Qêra û Gundikê Melê ne.
Dagirkeriya Tirk a agir bi van qadan xistî nahêle kes vemirîne jî.
ŞEWATA LI ÇIYAYÊ CÛDÎ
HASAN OZGUNEŞ: DEWLET ŞANOYEKÊ DILÎZE
Rêxistina HDP’a Şirnexê têkildarî şewatê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li avahiya HDPê ya bajêr hat dayîn.
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş derheqê şewatê de got, qereqol bi zanebûn agir bi herêmê dixin.
Dema gundiyên herêmê dixwazin vemirînin, esker li ber wan dibe asteng.
Li wir şanoyek tê lîstin.
Muduriyeta Daristanê jî ji bo şewatê vemirîne dikeve rê, lê hêzên dewletê asteng dikin.
Ev dijminahiya li hemberî vî gelî û erdnîgariya wî ye.