Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêwra Pêşxistina Diyaloga Navxweyi bi pêşengiya KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bi rêya onlinê tê lidar xistin 21.11.2020

 

 

ŞÊWRA PÊŞXISTINA DIYALOGA NAVXWEYÎ
BI PÊŞENGIYA KNK’Ê Û YEKÎTIYA PARLEMENRÊN KURDISTANÊ BI RÊYA ONLINE TÊ LIDAR XISTIN

Heyetek ji Kongreya Neteweyê ya Kurdistan KNK’ê ji bo pêşî li şerekê navxweyî ya kurdan bigire, ev demekiye li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne.

Heyeta KNK’ê bi gelek aliyên siyasî re rûnişt û girîngiya diyalogê da destnîşankirin.

Di vê çarçoveyê de biryar hat girtin ku ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê Şêwra Pêşxistina Diyaloga Navxweyî were lidarxistin.

KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê pêşengî ji Şêwrê re kirin.

Gelek siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, rojnamevan û rewşenbîr beşdarî şêwrê bûn û nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Zana Rostayî axaftina vekirinê kir.

Zana Rostayî bal kişandin ser pîlan, dek û dolabên dewletên dagirker ku li ser Kurdistanê bi rê ve dibin û got bi vê şewrê armanca me pêşxisitna aştî û diyaloga navxweyî ye.

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad jî bang li hemû aliyên siyasî kir ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bixebitin.

Endamê Polîtbûroya YNK’ê Saîd Ehmed Pîre îşaret bi xeteriya şerê navxweyî kir û got, ez hêvî dikim ku Kurd careke din xeletiyên mezin nekin û xwîna hev nerijînin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî diyar kir ku ew dijminê gelê Kurd baş nasdikin û got, ji bo çareseriya bi rêya diyalogê em ê hewldanên xwe zêdetir bikin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî jî ji Rojavayê Kurdistanê tevlî şêwrê bû û malavahî da kesên şêwir organîze kirine.

Mazlûm Ebdî jî da zanîn ku şerekî di navbeyna du hêzan de wê zirarê bide deskeftiyên tevahiya Kurdistanê.

Nûnerê PDK-Îranê Mehmet Salih Qedrî jî bi peyamekê banga çareseriyê li aliyan kir.

Nûnerê Tevgera Goran Bextiyar Omer Ewlê jî got, divê em dev ji zimanê êrîşkar berdin.

Em Tevgera Goran bi ti rengî şerekî navxwe naxwazin.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî balkişand ser hewldanên KCK û PKK yên ji bo çareseriyê û ji PDK’ê jî xwest bersiv bide daxwazên gelê Kurd.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD Îlham Ehmed pêşniyaz kir ku ji nûnerên aliyên siyasî û rewşenbîran desteyeke bê alî ava bikin û biçin serdana rêveberên PKK û PDK’ê û wiha got, şerekî navxwe wê bibe sedem ku gelê Kurd hemû deskeftiyên xwe yên bi xwîna hezaran şehîdan bi destxistine têk biçin..

Yek ji wezîra berê yê hikûmeta Iraqê Narmîn Othman jî heman pêşniyar kir.

Kesên din yên ku tevlî şêwirê bûn, di nirxandinên xwe de balkişandin ser stratejiyek netewî ya dem dirêj.

Û gotin divê hemû aliyên siyasî jî li ser stratejiyek bi wî awayî kar bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv