Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêxên eşîrên ereb ên Reqayê : Emê rê nedin fitneyên Erdogan ên parçekirina gelên herêmê

 

ŞÊXÊN EŞÎRÊN EREB ÊN REQAYÊ:
EMÊ RÊ NEDIN FÎTNEYÊN ERDOGAN ÊN PARÇEKIRINA GELÊN HERÊMÊ

Dewleta Tirk ji bo ji bo jiyana azad a bi hev re ya gelên Bakur û Rojhilata Sûrî xera bike di nava tevgerê de ye.

Şex û ruspiyên êlên ji ANF’ê re axivîn û gotin.

Ewê rê nedin, Erdogan fitnê bixe nava wan û wan parçe bike.

Şefê faşîst ê rêveberiya Tirk Tayîp Erdogan bi rê û rêbazên cûr be cûr hewl dide jiyana azad û demokratîk a di çarçoveya netewe-demokratîk ya paradîgmaya Rêber Apo de xera bike, di nava tevgerê de ye.

Erdogan û dewleta Tirk a dagirker tevî komên çete yên cûda, hemû derfetên xwe jî ji bo têkbirina jiyana azad a li bakur û rojhilatê Sûrî seferber kirine.

Lê belê pêşengên gelên herêmê, wekî dek û dolabên Osmaniyan, yên nêviyên wan jî, ji nêz ve nas dikin.

Wekî pêşengên eşîrên Ereb ên Deyra Zor û Şedadê, pêşengên eşîrên Reqayê jî axivîn, dek û dolabên dewleta Tirk destnîşan kirin.

Şêxê Eşîra Sapxayê Mihemed Turkî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk jî mîna dagirkeriya Osmaniyan, li Girê Spî û gelek deveran dest danîne ser mal û xaka sivîlan.

Mihemet Turk diyar kir ku Erdogan dixwaze bi fîtneyan jiyana azad a gelên herêmê xera bike, lê belê ewê rê nedin dek û dolaban û li cem QSD’ê cih bigirin.

Şêxê eşîra Welde Remezan El Rihel jî destnîşan kir ku tişta dewleta Tirk li Sûriyeyê dike; talan, dagirkerî û afirandina fitne ye û got:

“Piştî ku Erdogan kete Sûriyeyê ev karên qirêj çêbûn. Ji bo gelê Sûriyeyê dest ji xaka xwe berde û biçe Erdogan çi jê hat kir. Demografiyê diguherîne. Xelkên herêmên din li xaka me bi cih kirin.”

Şêx Remezan El Rihel bi bîr xist ku QSD’ê di encama berdelên mezin de bajarên wan azad kirine û ew bawer û hêvî dikin, wê hemû deverên Sûrî ji Erdogan û dewleta Tirk rizgar bikin.

Şêxê eşîra El Beryecê Huseyîn El Berces jî bi bîr xist ku dewleta Tirk tevî êrişên rasterast, herwiha çeteyên hov jî li dijî jiyana azad a li herêmê perwerde dike û got: Lê belê, QSD welatê me parast. Axa me rizgar kir. Emê heta dawiyê li cem QSD’ê cihê xwe bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv