“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
SHAVANAH TAJ: LAZIM E DEWLETA TIRK OCALAN SERBEST BERDE
Yekitiya Sendîkayên Brîtanyayê ku bi milyonan endamên xwe heye, ji bo azadiya Rêber Apo dixebite.
Yekitiya Sendîkayan di asta cîhanî de kampanyaya “Dem Hatiye ji Ocalan re Azadî” jî bi rê ve dibe.
Ji bo kampanyayê bi dehan çalakî organîze kirine û hîn jî xebatên xwe didomîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye di azadiya Nelson Mandela de parekî mezin a sendîkayên brîtanî heye.
Yek ji hevparên vê yekitiyê jî Konfederasyona Sendîkayên Galan TUC e.
Konfederasyona Sendîkayên Galan li Tirkiyê destekê dide têkoşîna karkeran jî.
Sekretera Giştî ya TUC’ê Shavanah Taj yek ji wan kesayetan e ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe.
Shavana Taj beriya bi demekî di hevpeyvîneke xwe ya online de dîsa doza azadiya Rêber Apo kir.
Sekretera Giştî Taj diyar kir ku ew tevî hemû endamên xwe ji bo azadiya Rêber Apo zêdetir dixebitin û got:
Divê zext û zilma li ser gelê kurd tavilê bi dawî bibe.
Hemû girtiyên siyasî û helbet Ocalan serbest werin berdan.
Li gorî min û dîsa li gorî fikrê gelek lîderên sendîkayan jî ew e; azadiya Ocalan wê gavek ber bi pêşveçûnê be.
Encax bi vî awayî proseyeke çareserî û aştiyê dest pê bike.
Di demekî de ku pêdiviya dinyayê bi kewandina birînan heye divê dewleta tirk Ocalan serbest berde.