PENGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
SÎNAN ÇÎFTYUREK: HUKÛMET NAHÊLE OCALAN TEKEVE DEWRÊ
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 78’an de ye.
Piştgiriya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan a ji bo çalakiya girtiyan didome.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku divê her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.
Çîftyurek, da diyarkirin ku yek ji aktorê herî bibandor ê Rojhilata Navîn Ocalan e û got:
“Siyaseta ku Ocalan li Kurdistan û herêmê bi rê ve dibe, ne li gor siyaseta dewleta tirk e. Hikûmet nahêle Ocalan têkeve dewrê û tecrîdê jî wekî perçeyek polîtîkaya şerî bi kar tîne.”
Çîftyurek, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin û got:
“Greva birçîbûnê, berxwedana herî dawî ye ku girtî serî lê didin. Divê berxwedana girtiyan bi tenê neyê hiştin.