Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Sira dewletê ye’: Almanyayê naveroka hevdîtina wezîrê şer ê tirk eşkere nekir 22.02.2021

 

“SIRA DEWLETÊ YE”
ALMANYAYÊ NAVEROKA HEVDÎTINA WEZÎRÊ ŞER Ê TIRK EŞKERE NEKIR

Partiya Çep çend hefte ne bi pêşnûmepirsan dixwaze hikumet naveroka hevdîtina wezîrê şer ê tirk eşkere bike.

Hefteya derbasbûyî ji bo pêşnûmepirsa parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko, Wezareta Parastinê tenê gotibû, “Rewşa li Sûriye û Iraqê di nava mijarên hatin nirxandin de hebû.”

Parlamentereke din a koma Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ev bersiv têrker nîne û careke din xwestbû ku detayên hevdîtinê bên eşkerekirin.

Li gel pêşnûmepirsên Partiya Çep jî Hikumeta Merkelê naveroka hevdîtina bi wezîrê şer ê tirk re eşkere nake.

Hikumeta alman di bersiva xwe ya nû de ji bo naveroka hevdîtina navborî got ‘sira dewletê ye’.

Rayedarên hikûmeta şansolye Merkelê bi argumantên dewleta tirk axivîn û gotin:

Li Garê li dijî kampên PKK’ê operasyoneke leşkerî hate lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv