Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şirîkatiya qirêj a dewleta tirk û Almanyayê 24.02.2021

 

DI ŞERÊ KURDAN DE HEVBEND IN
ŞIRÎKATIYA QIRÊJÎ YA DEWLETA TIRK Û ALMANYAYÊ

Parlamentera federal a Die Linke Gokay Akbulut ji hikûmeta federal a Elman pirsîbû ka wezîrê şer ê Tirk Hulusi Akar bi wezîra şer a Elman Annegret Kramp-Karrenbauer re beriya êrişa li dijî Garê çi peyiviye.

Wê nexasim lê pirsîbû, gelo êrişa dagirkeriyê ya li dijî Garê bûye mijara hevdîtinê.

Hikûmetê weke bersiv gotibû, “ev sirra dewletê ye” û nabe bê eşkerekirin.

Parlamentera federal Gokay Akbulut li ser vê bersivê ji rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê re peyivî û got:

Heger hikûmeta federal eşkere red nake, maneya wê ew e ku ew li ser êrişa dagirkeriyê ya li dijî Garê peyivîne.

Haya dewleta alman ji şerên li dijî hiqûqa navneteweyî yên dewleta Tirk hemûyan heye.

Parlamentereke din a federal a Die Linke Ulla Jelpke jî got:

Naveroka hevdîtinê were veşartin jî hevbendiya şer a dewleta Alman û tirk timî li xisara Kurd, Ermenî û miletên Rojhilata Navîn bûye.

Li gorî vê, helbet divê em gumanê bikin, tiştekî bi xêr jê derneketiye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv