Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şîrojveya Hefteyê-28.09.2020

 

Dewleta Tirk a pêşeng û serkêşê dijminatiya Kurdan, êrişên li dijî partiya demokratîk a gelan HDP’ê zêdetir kirin.

Ji xwe parlementer, şaredar û rêveber jî di nav de, bi hezaran endamên HDPê di girîtehan de ne.

Dixwazin bi van êrişan jî bi awayekî fiîlî HDP’ê bigirin.

Faşîzma AKP-MHP dixwaze polîtîkayên qirkirina Kurdan bigehîne serî, ji ber vê zextê li ser hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê çêdike.

Armanca êrişên li Bakurê Kurdistanê qirkirina Kurdan e; ji ber vê sebebê ne tinê Kurdên Bakur, hemû gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî ji nêz ve eleqeder dike.

Qirkirina Kurdên Bakurê Kurdistanê, dê bibe qirra Kurdan hemûyî. Ku bi vî çavî li êrişên li Bakurê Kurdistanê nenêrin, Kurd hemû dê bikevin nava xefletê.

Desteka gelê Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyê ya ji bo berxwedana Kobanê niha mîna bahaneya êrişên qirkirina siyasî tê nîşandan.

Bi dehan HDP’yiyên destek dan berxwedana Kobanê; ji aliyê polîs, leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Niha dixwazin HDP’yiyên hatine qetilkirin, ji hêla kujerên xwe ve bên darizandin.

Ya rast dixwazin tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê hildin.

Di têkçûna DAIŞ’ê de gelê Bakurê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê rolek giring lîstibûn.

Niha desteka ji bo berxwedana Kobanê dikin bahane û êrişî HDP’ê dikin.

Ev êriş di heman demê de li dijî ruhê yekîtiya netewî ya gelê Kurd e jî.

Desteka Kurdan ya ji bo Kurdên li beşeke din ya Kurdistanê mîna suc nîşan didin.

Ji vî alî de divê êrişên li dijî HDP’ê mîna êrişek li dijî Kurdan hemû bê dîtin, gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat û hêzên siyasî li dijî van êrişên qirkirina siyasî bibin xwedî helwest.

Ji bo xwedîderketina li HDP’ê divê derkevin qadan.

Yekîtiya netewî di rojên wisa de diyar dibe.

Eger li beşekî Kurdistanê ewqas zext û zilm heye, divê gelê me yê li hemû beşên Kurdistanê û derdorên siyasî rabin ser piyan.

Eger ev neyê kirin, dê şaştiyên mezin çêbin.

Wê bê wateya bi hest û fikra netewî tevger nakin.

Hetta dê bê wateya, Kurd nebûne neteweyek.

Ji bo Kurdan talokeya herî mezin ev e.

Ji xwe bi perçekirina Kurdistanê xwestine qirra Kurdan bînin.

Bêdengiya li dijî êrişên bi vî rengî, dê ji bo Kurdistanê hemûyê talokeyek mezin bi xwe re bîne.

Çawa ku çar beşên Kurdistanê destek dan berxwedana Kobanê; niha jî divê gelê Kurd li dijî êrişa li ser piştgirên berxwedana Kobanê, bi rihê yekîtiya netewî rabe ser xwe.

Bendewariya nêzîkatiyek wiha ji PDK’ê nabe.

Ji ber ew bûye hevkar û piştgira polîtîkayên qirkirinê yên li Tirkiyê.

Enceq ji ber PDK bêdeng e û hêzên piştgiriyê dikin asteng dike, hêzên din ên siyasî yên Başûr divê bêdeng nemînin.

An ew jî wê bikevin rewşa PDK’ê.

Ji vî alî ve divê gelê Başûr û hêzên siyasî hem li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabin; hem jî bi ruhê yekîtiya netewî, li dijî êrişa li ser siyasetmedarên Kurd li Bakur û Tirkiyê helwesta xwe daynin holê.

Dema êrişek li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tê, çavê gel li piştgirî û desteka xwişk û birayên xwe yên li beşên din e, divê ew bi xwe jî bi ruhê yekîtiya netewî li dijî dewleta Tirk ya li Bakur êrişên qirkirinê pêk tîne, helwest raber bikin.

Dema êriş li dijî Hewlêr, Kerkûk, Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk hatibûn, gerîla ji bo Başûrê Kurdistanê li dijî dijminan biparêze bazdabû senger û çeperên şer.

Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Başûr, li tenişta gelê Başûr cih girtiye, bûye piştgir.

Gelê Bakurê Kurdistanê her dem, li dijî êrişên li ser beşên din yên Kurdistanê pêk tên, bi ruhê yekîtiya netewî tevgeriya ye.

Wê demê divê gelê Başûr, Rojava û Rojhilat, tevî Kurdên li seranserê cîhanê, li dijî êrişan li kêleka gel û hêzên siyasî yên Bakur cih bigirin.

Hest û fikra netewî jî, yekîtiya netewî jî wisa bi hêz dibe.

Êrişa desthilata faşîst AKP-MHP ya li dijî Kurdan nîşan dide, KCK’ê tam di dema wê de pêngav daye destpêkirin.

Divê Kurd li her cihî li dijî dagirkerî û faşîzmê rabin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo dawî li dagirkeriyê bîne, divê rabe ser xwe.

Êrişa dewleta Tirk a li dijî HDP’ê, êrişkirina li dijî sedan ciwanên ji Bakurê welat ji bo parastina Kobanê têlên sînor derbas kirîn û di wê oxirê de şehîd bûyî ne.

Dîsa êrişa li dijî wan enternasyonalîsta ye, ku ji bo parastina Kobanê û şoreşa Rojava ji çar hêlên cîhanê herikî bûn.

Lewre êrişeke yekser li dijî şoreşa Rojava pêk tê.

Divê gelê Rojavayê Kurdistanê, jin, ciwan pîr û kal, di nava yekîtiyeke mezin de, xwedî li piştgirên berxwedana Kobanê derkevin.

Pêngava dema azadiyê ye, di heman demê de pêngava pêkanîna yekîtiya netewî ye.

Divê, êrişên qirkirinê yên li Bakur li dijî gelê Kurd pêk tên, yekîtiyê bi hêz bikin; li ser bingehê parastina Bakur, divê em hemû hêz û nirxên netewî biparêzin.

Gelê Bakurê Kurdistanê bi ruhê yekîtiya netewî xwedî li şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê derket.

Bi hêviya gelê Kurd hemû û hêzên siyasî xwedî li vî ruhê berxwedêr derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv