Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Şîrove

Şirove

 

Gulîstan Çiya ÎKe

Pêşiyên me gotine, di her karî de xêrek heye. Piştî ku PDK hêzên leşkerî veguhest Zînî Wertê û hêz li wir kom kir, bi gelê Kurd û raya giştî re fikarên ciddî çêbûn, civaka Kurd û raya giştî ya wê ketin tevgerê.

Ger hûn pêşmerge bibin li herêma dibin kontrola gerîla de bi rengekî ku ewlehiya gerîla jî bixe talokeyê bi cih bikin, bê guman ev dê aramiyê neyînî bandor bike û bibe sedema nerazîbûnan.

Ji ber di rewşek wiha de ji bo her kêliyê rîska şer hebû. Gava duyem wisa jî bû, sê gerîla bi PDK’yiyan re hevdîtinek çêdikin, ji wan re dibêjin ne raste ku hûn hêzên leşkerî bînin vê derê. Hema piştî gerîla ji wir vediqetin, balafirên şer yên Tirk êriş dikin.

Bi vî awayî sê gerîla li deverek pir nêzî pêşmergeyên PDK’ê şehîd dibin. Di rewşek wiha de şehîdbûna sê gerîlayan fikarên raya giştî ya Kurd zêdetir kirin. Enceq Tevgera zadiya Kurdistan û gerîla xwînsar û hişyar nêz dibe.

Xwezayiye ku bendewariya ji PDK’ê jî ev helwesta hevbeş û hişyarî be.

Bûyera Zînê Wertê jî careke din eşkere kir Kurd ne Kurdên berê ne. Nîşan dide ku netewbûna demokratîk a gelê Kurd, helwesta yekîtî û hevgirtinê pêşketinek giring û berbiçav nîşan daye.

Ji guhertinan a pir giring hebûna kesayetên civakî, an go girêdayî civakê ne, û hîn têrê neke jî li pişt xwe hiştina wê kesayeta girêdayî û bendewara dewletê ye.

Elbet netewa demokratîk kesên azad jî diafirîne. Di vê wateyê de Kurd êdî bûne netew, bûne netewek rasteqîn. Ji ber êdî rayek giştî a bihêz a Kurd heye. Hebûna bihêz a raya giştî ya Kurd, nîşana hebûna netewbûna bihêz a Kurd e.

Bûyera Zînî Wertê ev yek hîn bi bandor nîşanî me da. Me dît ku piştî rageşiya dinavbera PDK-PKK-, PDK-YNK’ê da raya giştî ya Kurd yekser ket dewrê.

Raya giştî ya Kurd bi israr nîşan da ku rageşî û pevçûnê naxwaze. Bi banga ‘divê her kes vegere cihê xwe yê berê’, gavek giring avêtiye ji bo alozî ji holê rabe.

Ev helwesta raya giştî ku di demek kurt de hêza xwe raber kir, di rastiyê de ji bo Kurdan qezencek mezin e. Divê hem gelê Kurd hem jî hemû hêzên siyasî nirxê vê helwestê baş bizanin. Ku em bêjin wijdana civaka Kurd raya giştî ya Kurd e, dê di cih de be.

Lewma neçare her hêza siyasî bala xwe bide dengê wijdana gelê Kurd û pêwîstiya wê pêk bîne.
Têkildarî mijara rageşiyê ya dinavbera PDK û PKK’ê de careke din hat dîtin ku gelê Kurd pirr hessas e.

Yekser ketina tevgerê ya sazî û dezgeh, derdor û kesayetên ku raya giştî ya Kurd pêk tînin jî delîlê vê ye. Dîsa hunermendên ku wijdana civakê ne, yekser ketin tevgerê û bangên bi bandor kirin.

Vê jî hişt raya giştî ya Kurd leztir bikeve tevgerê. Her wiha KNK ku di bin sîwana wê de tevgerên siyasî yên Kurd, kesayetên welatparêz û demokrat, rewşenbîr û nivîskar hene jî, bang li PDK, YNK û PKK’ê kir ku ji rageşiyê dûr rawestin û her hêz vegere cihê xwe yê berê. Ev banga KNK’ê jî bi bandor bû.

Li gel vê bi sedan rojnamegerên ku di çêbûna raya giştî ya Kurd de bûn xwedî bandorek mezin, bang kirin û daxwaza civaka Kurd zelal nîşan dan.

Avabûna vê atmosfera bi bandor di raya giştî ya Kurd de, dilê civaka Kurd, dilê her Kurdekî kêm be jî rihet kir. Ji ber êdî civaka Kurd dinavbera hêzên Kurd de şer û pevçûnê naxwaz e.

Ji ber her kes baş dizane, ji şerekî dinavbera PDK-PKK’ê de di serî de dewleta Tirk, hemû dijminên Kurdan dê fêde bigirin.

Tê fêmkirin ku, bendewariyên raya giştî ya Kurd bandor li PDK, YNK û PKK’ê kiriye. Lewma tê dîtin rageşiya li herêmê zêdetir nakin.

Her çiqas heta niha pirsgirêk tam çareser nebûbe jî, her hêza siyasî kêmek din xwînsar û hişyar tevdigere. Ev jî dem û firseta çareseriyê çêdike ku her hêz vegere cihê xwe yê berê.

Her çiqas daxuyaniyên ku raya giştî ya Kurd nepejirîne dabe jî, gotinên serokê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî yên wekî ‘ne pirsgirêkek wisa ye ku çareser nebe, hêzên li wir demî ne, dikarin vekişin’, giring in. Ev nîşan dide ku dê di rageşiyê de israr nekin.

Em careke din bi bîr dixin ku bandorbûna raya giştî ya Kurd li ser hemû hêzên siyasî bi rastî jî destkeftî û qezencek mezin e.

Pêkhatina rayek giştî ya Kurd ku bikare pêşî li kêmasî û şaşiyên hêzên siyasî bigire, nîşaneyek giring a hebûna lingê siyaseta demokratîk û demokrasiyê ye. Dubare divê bê gotin ku bêy hebûna raya giştî ya demokratîk demokrasî nabe. Raya giştî ya demokratîk vîna gel a cewherî ye.

Ji ber îfadeya beşekê tenê nake, dibe îfadeya hemû pêkhateyên civakî, siyasî û çandî yên netewa demokratîk.
Careke din hat dîtin, hunermend ne ew kesin tenê stran û klaman dibêjin, rewşenbîr û nivîskar ne ew kesin tenê diaxivin û dinivîsin; giraniya wan a taybet gelek zêde ye.

Gotina fîlozofê ku dibêje ‘hêza stranbêj û denbêjan ji hêza yên destûr û yasayan çêdikin zêdetire’ careke din piştrast bûye. Wê demê berpirsyariya rewşenbîr, hunermend û nivîskaran heye ku raya giştî çêkin û bibin wijdana civakê. Di bûyera Zînê Wertê de ev berpirsyariya xwe anîne cih.

Rista rojnamegeran a di çêkirina raya giştî de tê zanîn, giring e. Ti rojnameger bê alî nabe. Ew alîgirên civakê ne. Alîgirên gel, heqîqet û netewbûna demokratîk in.

Bi tenê li hemberî rastiyan bê alî ne. Ev jî ew e ku, bêy zextek siyasî wê rastiyê raxin ber çavan. Ev ne alîgiriya neheqan, alîgiriya yên mafdar e. Divê alîgirê azadî û demokrastiyê be.

Ku alîgirê desthilatî, zalim û neheqan be, wê demê ev nabe rojmanamegerî. Wê demê dê wekî rewşa dibin desthilatiya AKP-MHP de be ku dibêjin ‘belê ezbenî’, an go dê bibin alîgirên neheqî û zilmê.

Rojnamegeriya Kurd ji xwe divê alîgirê tekoşîna hebûn, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd be. Alîgiriya mafdarî û rastiyê ji xwe wisa dibe.

Di mijarek wiha netewî de, divê bê gotin helwest û daxuyaniya KNK’ê gelek giring bû. Kongrê bang li hemû hêzên siyasî kir. Bang li her beşê kir da ku berpirsyar tevbigerin.

Ji xwe çalakbûn di demên wiha de bi rol lîstinê pêk tê. KNK’ê bi vê nêzîkatiya xwe jî nîşan da ku sêwaneke netewî ye ji bo tevahî cihêrengî xwe di bin banê wê de bînin ziman.

Di encam de bûyera Zînê Wertê û derketina raya giştî ya Kurd a bihêz nîşan dide li Kurdistanê bingehê yekîtiya netewî pir xurt bûye.

Gel, weke netewa demokratîk ev yekîtî heta radeyek giring çêkiriye. Li ser vî bingehî beşek giring ji yekîtiyê ji xwe pêk hatiye. Ku hêzên siyasî guh bidin vê îradeya civaka Kurd û li gorî wê gav bavêjin, dê wê demê yekîtiya netewî bi temamî pêk were.

Em bawer dikin dê raya giştî ya Kurd wê jî çêke.

Bi hêvî û baweriya ku raya giştî ya Kurd ku rehendek giring ê netewbûna demokratîk e, dê di pêkhatina jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd de jî bi rist û rola xwe rabe…

Ev jî hatin dîtin

17:43 Şirove 03.05.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 25.04.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 12.04.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 21.03.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 28.02.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 15.02.2022

Stêrk Tv