Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Şîrove

17:45 Şîroveya Hefteyê/Gulistan Çiya Îke

 

Şîroveya Hefteyê

Gulîstan Çiya Îke

 

Ji dengê civaka azad Stêrk tv êvar baş, Em bi şîroveya heftiyê li pêşberî we ne…

Temaşevanên hêja;

Dewleta Tirk careke din nîşan da ku dijminê Kurdan e.

Li paytexta vê dewletê, li Enqerê ciwanê Kurd Bariş Çakan ji ber strana Kurdî guhdarî kir, bi derbên kêrê ji dilê xwe, hat kuştin.

Li Amedê dîmenên êşkenceya li ciwanekî Kurd li ser medya dijîtal hat parvekirin.

Ev êrişên qirkirinê bê guman bi armanc pêk tên û ev armancên dewletê tên zanîn.

Dilê me tevan dikele, li dijî van êrişên hovane yên dewleta faşîst û qirker….

Lê ne ev gel û ne jî evladên vî gelî dê van êrişan bê bersiv nehêlin.

Li aliyê din dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê herêma ku gerîlayên YRK lê dimînin bi SİHA’yan bombe kir.

2 gerîlayên YRK û 3 welatparêz qetil kir.

Li hemû beşên Kurdistanê kîjan hêza siyasî bi bandor be, dike armanca êrişan.

Li Bakur armanc PKK ye, li Rojava PYD û YPG-YPJ ye, li Rojhilat jî armanca dewleta Tirk PJAK û YRK ye.

Li Başûrê Kurdistanê jî armanc PKK ye.

Ji ber hebûna PKK li Başûr, rêxistinên din yên Başûr jî bi hêz dike.

Bê guman ku PKK’ê tine bike, piştre dê berê xwe bide hêzên din yên Kurd ku ji bo xwe bi taloke dibîne.

Dewleta Tirk hêzên azadiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo xwe bi taloke dibîne.

Ji ber ku piştî Bakur, nufusa herî zêde ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li ser sînorên çêkirî yên Tirkiye-Îranê jî bi temamî Kurd dijîn.

Her çend dema bi Îranê re pirsgirêk bijî bixwaze hinek rêxistênên Kurd bi kar bîne jî, esas ji pêşketina tekoşîna azadiya Kurd li Îranê pir ditirse.

Ji ber vê sebebê PJAK û YRK dijmin dibîne.

Çawa ji bo PYD û YPG dibêje bi Sûrî re 950 km sînorê min heye û êriş dike, bi heman awayî partiya herî bi hêz a Rojhilatê Kurdistanê PJAK û tevgera wê ya gerîla YRK dike armanca êrişan.

Herêma binavê Asosê ji Qendîlê dûr, herêmek li ser sînorê Îranê ye.

Tê zanîn li wê herêmê PJAK û YRK heye.

Îran jî bi carane wê herêmê bombe dike.

Demên dawî balafirên Tirk jî li van herêman difiriyan.

Niha jî balafirên Tirk wê derê bombe dikin.

Xwezayî ev êrişên Tirkiyê yekser desteka ji bo Îranê îfade dikin.

Qada hewayî ya Iraqê esas dibin berpirsyariya Emerîkayê de ye.

Bi vî awayî piştî Şengal û Mexmûrê Emerîkayê destûra êrişa li dijî YRK’ê jî da.

Bêdengiya Iraq û YNK’ê jî balkêşe.

Gotinek heye dibêjin bêdengî ji Îkrarê tê.

An go her bêdengî vegotinekê îfade dike.

Yên bêdengin an nikarin li dijî van êrişan derkevin, an jî bi hêvî ne êriş bikevin bin xizmet û berjewendiya wan.

YRK di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişê de îşaret bi hevkarên herêmî dike.

Ev rewşek gelek ciddî ye. Berê jî dihat diyarkirin ku di hin êrişên li ser Qendîlê û şehadeta gerîlayan de destê hin kesên ji nava îstîxbarata YNK heye.

Dihat gotin hinekan xwe bi pere firotiye.

Hetta hate gotin PKK’ê ji YNK xwestiye ku rewşê lêkolîn bike.

Bê guman gelê Kurd jî dê li bendê be ku YNK van rewşan lêpirsîn bike û pêşî lê bigire.

Her wiha YNK jî dê nexwaze ku dibin tohmet û tawanbariyê de bimîne.

Ji ber vê sebebê ku dinava îstîxbarata YNK de endamên rizî hebin, paqijkirina wan dê ji bo Kurdan jî bi xêr be.

Li herêma Behdînan jî 2 welatparêzên ji malbatekê, bab û kur bi êrişa balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Ev êriş jî nîşan dide ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina sivîlan, tê normalkirin.

Tevî ku bênavber sivîl tên qetilkirin, PDK û YNK bêdeng dimînin.

Ev bêdengî jî dihêle êriş bênavber dewam bikin.

Tê fêmkirin ku dewleta Tirk ji perçebûna tevgerên siyasî yên Kurd fêdeyê dibîne.

Niha dewleta Tirk li her çar beşên Kurdistanê jî êrişan pêk tîne.

Li aliyekê ev jî nîşan dide ku Kurdan di warê fîzîkî de yekîtiya netewî pêk aniye.

Ji xwe di civakê de pirsgirêk tineye.

Partiyên siyasî ji sebeba peywendiyên xwe yên bi hin hêzan re di platforma yekîtiya netewî de nagehin hev û hev nabînin.

Lê gel di her firsendê de bi hestên netewî tevdigere û helwesta xwe datîne holê.

Di serî de Rêberê gelê Kurd û tekoşîna di pêşengiya vê rêbertiyê de hişt ku ev hest li çar beşên Kurdistanê pêş bikeve.

Vê rêbertiyê û xeta wî ya siyasî tevgera Kurdistanî ya rastî afirandiye.

Partî û rêxistinên din bûne tevgerên siyasî yên beşekê, heta dinava beşê de jî bûne yên herêmekê.

Îdeolojî û xeta siyasî ya Rêberê Gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê jî bi bandor e.

Dema şoreşa Rojava pêşket, ji çar beşên welat ciwanên Kurd beziyan Rojava.

Nexasim ji Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan ji bo şer bikin, çûn Rojava.

Ji wan ciwanan bi sedan leheng di berxwedana netewî de şehît bûn.

Bersiva pirsa çima dewleta Tirk ewçend dijminê tevgera azadiyê ye, di vê rastiyê de ye.

Partiyên marjînal û ne xwediyê hêza tekoşînê ji bo dewleta Tirk a qirker û dagirker ne bi taloke ne.

Belkî li dijî fikra wan partiyan e jî.

Enceq ji ber di warê îdeolojîk-polîtîk de wan bi taloke nabîne, esas berê êrişan dide PKK, sempatîzan û alîgirên wê.

PJAK û YRK jî bi îdeolojî û xeta siyasî ya Rêberê Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike û têdikoşe.

Ji xwe niha dinava Kurdên Rojhilat de girêdana herî zêde ji bo Rêberê Gelê Kurd heye.

Dewleta Tirk wisa difikire ku hêzên di xeta Rêberê Gelê Kurd de pêşdikevin hevdû bihêz dikin, lewra li ku dibe bila bibe êrişî her hêza siyasî û civakî ya alîgir û hezkiriyê vê xetê dike.

Êrişa li Asosê li dijî hêzên YRK’ê pêk hatî divê ji bo gelê Kurd hemû û hêzên siyasî hişyariyek be.

Dewleta Tirk dijminê Kurdan e.

Kurdên li azadî û demokrasiyê digerin li ku dibin bila bibin, dijmin û neyarê xwe dibîne.

Ku Kurd hemû vê rastiyê nebînin, li dijî dewleta Tirk helwest raber nekin, wê sibe poşman bibin.

Ku heta niha karakterê vê dewletê nehatibe naskirin, ev tê wateya serîxistina nava qumê.

Êrişên li Asos û Behdînanê eşkere nîşan dan ku partiyên siyasî nerazîbûn û reaksyona pêwîst nîşan nadin.

Di vê rewşê de di serî de erk û wezîfe dikeve ser milê gelê Başûrê Kurdistanê.

Dema êrişên bi vî awayî pêk tên, lazime ji serî heta binî, gund û bajarên Başûrê Kurdistanê rabin ser xwe û helwest nîşan bidin.

Yekane rêya pêşîgirtina van êrişan ya bi bandor serîhildan û rabûna gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Bi hêviya hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd hemû vê rastiya dewleta Tirk bibîne û li dijî vê dewleta qirker a faşîst helwest nîşan bidin…

Bi hêviya ku ciwan û jinên Kurd li dijî van êrişên qirkirinê ku êdî kêr hestî birî, berê xwe bidin qadên tekoşîna azadiya Kurdistanê…

Êvar baş….

Ev jî hatin dîtin

19:43 Şirove

Stêrk Tv

17:43 Şirove 03.05.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 25.04.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 12.04.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 21.03.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 28.02.2022

Stêrk Tv