Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîŞîrove

Şîroveya Hefteyê

 

Gulistan Çiya Îke

Ji dengê Kurdistanê Stêrk tv êvar baş.

Em bi şîroveya heftiyê li pêşberî we ne.

Bînerên Hêja;

Peywendiyên qirêj yên serokdewletê Emerîkayê Trump ên bi dewleta Tirk re em ji şêwirmendê wî yê berê Bolton hîn bûn.

Derket holê ku Trump li Sûrî ne gelê Kurd û gelên Sûrî, lê Erdogan û Tirkiyê esas digire.

Bi vî awayî fêhm bû ku li Serêkaniyê û Girê Spî Trump rê da ye Tirkiyê.

Ji xwe Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de got wî karê kontrola sînorê Sûrî-Tirkiyê daye Erdogan.

Bi van gotinan Trump ev rewş îtîraf kiriye. Niha em baştir fêm dikin ku, ne tenê Rûsyayê dewletên yekbûyî yên Emerîkayê jî dagirkirina dewleta Tirk ya Eferînê erê kiriye.

Bê gûman herdû dewletan jî di çerçoveya parastina berjewendiyên xwe yên qirêj de destûr dane û êriş erê kirine.

Dema Rûsya û rejîmê berê xwe da Îdlibê Emerîkayê eşkere destek da Tirkiyê.

Bi vî awayî hatiye dîtin ku Emerîka di şekilgirtin û dîzayna Sûrî de Tirkiyê esas digire.

Baştir fêm dibe ka bermayên DAIŞ, El Nûsra, Îhvan ku bi navê muxalefeta Sûrî tevdigerin û ENKS çima li Tirkiyê bi cih bûne û Tirkiye ji wan re bûye war.

Desteka Serok dewletê Emerîkayê Trump ya ji bo Tirkiyê ku êrişî Kurdên li dijî DAIŞ’ê têdikoşe dike, peywendiya herî bêexlaq ya dîrokê ye.

Piraniya gelê Emerîkayê, hêzên siyaasî û derdorên demokratîk jî ji vê rewşê şerm dikin.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de Kurdan zêdeyî deh hezar şehîd dan, zêdeyî bîst hezar şervan jî birîndar û gazî bûn.

Dewleta Tirk jî bûye qada derbasbûnê û baregeha lojîstîkê ya DAIŞ’ê.

Tirkiyê bûye qada DAIŞ lê nefes bigire û bide.

Her roja din baştir hat fêmkirin ku ne tenê ji bo birîndaran, lê ji bo DAIŞ’iyên tengav bûne jî Tirkiye bûye welatê dûyem.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Sûrî gelek DAIŞ’iyan berê xwe dan Tirkiyê.

Ev delîla eşkere ya têkiliya Tirkiye-DAIŞ’ê ye.

Trump destek da Tirkiyeya ku bûye destebirakê DAIŞ’a dijminê mirovatiyê hemû û li şûna Kurdên Rojava Tirkiye tercîh kir.

Trump bêy şerm bike bi gotina me leşkerên xwe vekişand, Tirkiyê jî karê xwe kir vê rastiyê îfade dike.

Me dizanî modernîteya kapîtalîst berjewendîparêze, lê mirov kêm rastî vegotinek berjewendiyan ya wisa bê exlaq û vekirî tê.

Trump, ji Tayyip Erdogan re gotiye zilamek aqil, lîstikvanek baş yê satranca siyasî ye.

Bi tenê stratejî û lîstikek satrancê ya desthilata Tayyîp Erdogan heye.

Ew jî dijminatiya Kurdan e.

Erdogan hemû derfetên Tirkiyê yên Aborî, siyasî, civakî û leşkerî ji bo dijminatiya Kurdan bi kar tîne.

Ma kî dera vê rewşê karê aqil e?.

Her wiha dewleta Tirk hemû siyaseta xwe li gorî dijminatiya Kurdan eyar dike.

Ma kî dera vê lîstikvaniyek baş ya satrancê ye?.

Kî bêje Erdogan lîstikvanek baş yê satrancê ye û bi aqile, ew pesnê dijminatiya Kurdan dide.

Beriya ku Serêkaniyê û Girê Spî bê dagirkirin Trump gotibû Erdogan dijminê Kurda ye û ez bûm asteng ku Kurdan nekûje.

Zelal bû ye ku Trump ticarek siyasî yê ne ji dil, bê prensîb û tenê rojane diaxive ye.

Beriya 5-6 mehan destûr nade dagirkirinê, lê piştre wê dagirkirinê erê dike, li hemberî kuştina Kurdan bêdeng dimîne.

Ev rewş radixe ber çavan ka siyasetvanek bi çend eyarî ye.

Zilamek dijminê Kurdan piştre çawa dibe zilamek bi aqil û lîstikvanek baş yê satranca siyasî?.

Wisa fêm dibe ku Trump dagirkirina Tirkiyê ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo Erdogan weke çîrokek serkeftî dibîne.

Bê gûman ji aliyê Kurdan ve, ev tê wateya destekdayîna qirkerên Kurdan.

Trump bi vê helwesta xwe bûye hevkarê polîtîkaya dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan.

Ku bê gotin di destê Trump de xwîna Kurdan heye, herhal dê ew peywendiya xwe ya li gel hin beşên Kurd dayne holê û bêje ne wisa ye.

Her wekî Tirkiyê, peywendiya xwe ya bi hin Kurdan re nîşan dide û dibêje ez ne dijminê Kurda me.

Li hemberî van polîtîkayên Trump hinek siyasetmedar, leşker û dîplomatên Emerîkî yên xwedî wezîfeyên giring, şerm kirine.

Herhal dê ev şerm di dîroka Emerîka ya siyasî de wisa bê nivîsandin ku, qet jê neçe.

Trump ji şervanên jin û mêr yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin re got ku ne ewqas jî baş in.

Ev gotin nîşan dide ka çiqas bê pîvan e û bêy ku bifikire diaxive.

Pîvanên Trump û yên ji %90”ê mirovahiyê ji hev cûda ne, ne wekî hev in.

Derketiye holê ku di pêkanîna polîtîkayên qirêj û kirêt yên Trump de rola nûnerê taybet yê Sûrî Jeffry heye.

Tê gotin peywendiyên vî zilamî yên ticarî bi Tirkiyê re hene.

Li ser bingehê van têkiliyên ticarî Kurd derxistine bazarê û difiroşe.

Yekî wisa ye, di rûyê Kurdan de cûda diaxive, li pişt wan jî dek û dolaban digerîne.

Jeffry mîmar û muhendîsê dagirkirina Tirkiyê ya Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Pêşî di bin çavdêriya Emerîkayê de li gel dewleta Tirk û rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî peymanek çêkir, bi vê peymanê Kurd xapandin.

Piştre jî çavên xwe girt û hişt ku dewleta Tirk vê peymanê binpê bike û Rojava dagir bike.

Hezkirina Jeffry ya ji bo dewleta Tirk ewqas mezin e, ji bo PKK’ê tine bike xwestiye rêveberiya Tirkiyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê lihev bicivîne.

Heta tê gotin li pişt êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên parastina Medyayê jî dîsa ev zilam heye.

Berî demek nêzîk rayedarekî Emerîkî got bila dewleta Tirk-Iraq û PDK bên gel hev û PKK’ê tine bikin.

Ev vegotin hewldanên Jeffry yên derbarê mijarê de radixe ber çavan.

Jeffry niha mîna Rasputîn rolê prensê tariyê dilîze.

Her wekî Tirkiyê ji hinek Kurdan hez dike, lê bixwe rêveberê wê polîtîkayayê ye ku armanca wê qirkirina piraniya Kurdan e.

Bi hêviya kesên mîna Jeffry ku di çerçoveya rewşa Kurdistanê de dinavbera Tirkiye-Sûrî-Iraqê de mîna mîrzayên tariyê digerin dê li pêşberî wijdana mirovahiyê û dîrokê bên darizandin…

Êvar baş!.

Ev jî hatin dîtin

19:43 Şirove

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv