Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîŞîrove

17:45 Şiroveya Hefteyê

 

Gulistan Çiya Îke

Ji dengê Kurdistanê Stêrk tv êvar baş.

Em bi şîroveya heftiyê li pêşberî we ne.

Bînerên Hêja;

Li çar beşên Kurdistanê Kurd dê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz bikin.

Em jî binavê xebatkarên televîzyona me cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz dikin.

Di serî de Fermandar Mahsum Korkmaz an go Egîd, hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê ku di vejînê de rola wan heye bi rêz û minnet bi bîr tînin.

Di ser 15’ê Tebaxa 1984’an re 36 sal derbas bûn.

Di 36 salên tekoşîn û berxwedana gerîlla ya ji bo azadiya Kurdistanê de bi deh hezaran gerîlla şehîd bûn.

Van şehadetan ne tenê Bakurê Kurdistan, ruh û can da hemû Kurdistanê.

Her şehadetê rayên zuha yên Kurdan şên kir û jêre bo ava jiyanê.

Li çar beşên Kurdistanê hêviya azadiyê ya gelê Kurd bilind bû.

Di gelê Kurd de têgehiştina ’em jî dikarin ji bo azadiyê têbikoşin û ser bikevin’ çêbû.

Şoreşek ya baweriya bi xwe û hêza xwe pêkhat.

Şoreşa Vejînê 15’ê Tebaxê hemû pêwîstiyên Kurdan pêşwazî kir.

Her tişta ji bo Kurdan lazim bû da.

Şoreşa Vejînê 15’ê Tebaxê civak û kesayeta Kurd bi eşqa azadî û têkoşînê meyand.

Civak û kesayetek nû ya Kurd şekil girt.

Kurd gehiştin rastiya gelê ji bo azadiya xwe şer dike.

Bi vî awayî ew nirxên bingehîn yên garantiya hebûna Kurd in hatin qezenckirin.

Ji ber vê em yên li Kurdistan û derveyî welat dijîn, deyîndarê wan in ku Şoreşa Vejînê dane destpêkirin.

Bi minnet û rêzdarî, hezar silav li wan be.

15’ê Tebaxê gulleya pêşî ji dijmin zêdetir, li wê fikrê ket ku bawer nedikir dê tekoşîna azadiyê pêşkeve, ev dijmin dê têkbiçe û azadî dê bi dest keve.

Ew gulle li paşverûtiya dinava Kurdan de ket.

Berxwedana gerîlla ne tenê tekoşînek çekdarî bû.

Her wiha bû şoreşek netewî, şoreşek demokratîk û çandî.

Ya herî giring jî bû ew şoreşa ku gelê Kurd bikare vîna xwe bigire dest xwe.

Jina ku li vê axê şoreşa neolîtîk pêk anî, vê carê jî şoreşa azadiya jinê pêk anî.

Ku ev şoreş dê bi xwe re şaristaniya demokratîk bîne.

Wek Rêber Apo dibêje, teşiya ku şoreşa azadiya jinê dirêse, dê rojhilata navîn bigehîne serdema şaristaniya demokratîk.

Îro teşiya Kurd tê ristin.

Ev tevn tevî gelê Kurd gelên rojhilata navîn hemûyî mezin diguherîne û vediguherîne.

Hem Kurdistan hem jî Rojhilata Navîn bi qasî di ti dema dîroka xwe de nedîtî, guhertinên mezin dijî.

Şoreşa Vejîna Kurd dibe Şoreşa Vejînê ya Rojhilata Navîn.

Şoreşa mezin û şoreşgerî çawa dibe, 15’ê Tebaxê û encamên wê radixe ber çavên me.

Guhertinên mezin, şoreşên mezin enceq bi fikrên mezin yên şoreşger û kesayetên şoreşger pêkane.

Ji vî alî ve Rêber Abdullah Ocalan hîn ji gotina pêşî ve, daîma şoreş dinava şoreşê de pêk anî.

Li Kurdistanê jî tenê û tenê bi şoreşgeriya mezin, bi tekoşîn û berxwedanek ku her roj şoreş dinava şoreşê de pêk tîne, vejîn mumkun bû, pêşketinên mezin dikarîbû pêk werin.

Ji bo Kurdan pêkhatina jiyana azad û azadiyê enceq wisa dibû.

Ew beton û qalibên li ser Kurd û Kurdistanê enceq wisa dikarîbû werin perçekirin.

Hemû xweşikbûnên Kurdan enceq wisa dikarîbû careke din derkevin ser dika dîrokê.

Vaye Rêber Apo bi şoreşgeriya xwe ya mezin ev pêk aniye.

Bi vî awayî wekî şoreşgerek mezin cihê xwe di dîrokê de girtiye.

Ne derketina vê Rêbertiyê ya dika dîrokê, ne rêxistina ku afirandî, ne jî tekoşîna dimeşîne ne ji rêzê ye.

Teqez ev rewşa ne ji rêzê di dîrokê de jî kêm tê dîtin.

Ji xwe ji ber vê xisleta xwe ya ne ji rêzê pêşketinên mezin pêk aniye.

Eger Apoyî û pêngava 15’ê Tebaxê tineban, dê li Rojhilata Navîn herikîna dîrokê pir cuda bûya.

Me dê îro hîn jî di Rojhilatek Navîn ya dibin desthilata despot û paşverûtiyê de û bêy hêviya guhertinê mayî de bijiya.

Lê îro rastiyek Rojhilatek Navîn ya avisê şoreşek mezin ya azadî û demokrasiyê heye.

Dibe ku ev zayîna azadî û demokrasiyê zor be.

Lê ku pêk hat jî wekî hezaran sale dibe, dê dîsa bibe roniya çavê mirovahiyê hemû.

Dê dîsa bibe erdnîgariyek ku mirovahî berê xwe bideyê û jêre tewafê bike.

Dê bibe erdnîgariya şaristaniya demokratîk.

Ku 15’ê Tebaxê Şoreşa Vejînê bibe Şoreşa Vejîna Rojhilata Navîn tevî, dê ev yek pêk were.

Bi hêviya Şoreşa Vejînê 15’ê Tebaxê her bend û zoriya li pêş derbas bike, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn ya demokratîk ava be.

Êvar baş.

Ev jî hatin dîtin

19:43 Şirove

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv