Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şîroveya heftiyê ya Stêrk TV: Ji bo tasfiyekirina PKK`Ê pîlana bi serkêşiya DYA di dewrê de ye 08.09.2020

 

ŞÎROVEYA HEFTIYÊ YA STÊRK TV
“JI BO TASFIYEKIRINA PKK’Ê PÎLANA BI SERKÊŞIYA DYA DI DEWRÊ DE YE”

 

Di şîroveya vê heftiyê ya Stêrk Tv de awir li ser rewşa dawî ya Şengalê bû.

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke bal kişand ser amadekariya pîlanekê ya bi serkêşiya Amerîkayê.

Di şîroveyê de li kêleka nirxandinê, hişyarî û bang jî hene.

Gulistan Çiya Îke di Şîroveya vê Heftiyê ya Stêrk Tv de bal kişand ser pîlaneke bi serkêşiya Amerîkayê ya ji bo tasfiyekirina PKK’ê.

Di şîroveyê de tê ragihandin, ku rayedarên Amerîkî ev daxwaz ji tevahiya partiyên Başûrê Kurdistanê re ragihandine.

Û tê gotin: piştî vê pêşniyarê dewleta Tirk dest bi tevgera dagirkirina Heftanînê kir.

Di şîrovê de bal tê kişandin ser hewldanên PDK’ê yên di vî warî de û ev agahî tê dayîn.

Gulistan Çiya Îke destnîşan dike, ku hêzên PDK’ê vê yekê ji bo bicihbûna li qadên gerîla weke perdeyekê bi kar tînin.

Her wiha aliyê pîlanê yê li ser Şengalê jî tê ragihandin.

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke dibêje, niha ev pîlan bi bandora Amerîkayê pêk tê.

Gulistan Çiya Îke balê dikşîne ser hêza PKK’ê ya li tevahiya Kurdistanê û derveyî welêt û dibêje, PDK dixwaze bi gotina “PKK statuya me nasnake” gelê Kurd bixapîne.

Di şîroveyê de behsa rola gerîla ya di parastina Başûrê Kurdistanê de tê kirin.

Gulistan Çiya Îke balê dikşîne ser daxuyaniyên dawî yên PDK bi navê saziyeke nû navê wê hatî bihîstin dide.

Di şîroveyê de li dijî vê pîlana qirêj bang li gelê Kurd û hêzên siyasî tê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv