Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyamend Moînî: Wê gelê Kurd bi ti awayi zilm û bê edeletî qebûl neke 27.01.2021

 

HEVSEROKÊ PJAK’Ê SIYAMEND MOÎNÎ:
WÊ GELÊ BI TI AWAYÎ ZILM Û BÊ EDELETÎ QEBÛL NEKE

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî li ser êrişên Îranê yên li dijî gelê Kurd zêde bûne axivî û diyar kir ku ewê bi ti awayî zilm û bêedeletî qebûl nekin.

Moînî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û got: Gelê Kurd li dijî êrişan nerazîbûna xwe nîşan dide. Li dijî êrişên desthilatdariya şovenîst tim li ser piyaye. Lê pêwiste gelê me xweparastin û têkoşîna xwe xurt bike û nîşan bide, wê zilm û bêedeletî qebûl neke.

HEVSEROKÊ PJAK’Ê SIYAMEND MOÎNÎ:
ÎRANÊ BI GIRTIN Û ZEXTAN BERSIV DA PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE

Moînî bi bîr xist ku di rojên dawî de li dijî xwendekar û aktîvîstên Kurd girtin zêde bûne bûne û got: Ev bersiva li dijî pêngava Dem Dem Azadiyê ye. Lê gelê me dizane, riya azadiyê, bi xurtkirina têkoşîna li dijî desthilatdariyên şovenîst re derbas dibe.

HEVSEROKÊ PJAK’Ê SIYAMEND MOÎNÎ:
DESTHILATDARIYA ÎRANÊ, DESTHILATEDARIYEKE ŞOVENÎST E

Moînî li ser şovenîzma Îranê mînak jî dan û got: Binêrin yên bedel didin, tên girtin û tên îdamkirin Kurd, Belûç, Ereb û Azerî ne. Ev jî şovenîstiya Îranê nîşan dide.

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî anî ziman ku riya girtina êriş û zilmê, ji rêxistinbûnî û têkoşînê re derbas dibe û got: Divê gelên Îranê di çarçoveya paradîgmaya azadiyê de, xwe rêxistin bikin û xwe ji bo pêşerojê amade bikin.

HEVSEROKÊ PJAK’Ê SIYAMEND MOÎNÎ:
ÎRAN ENCAX BI ÇARESERIYA HUNDUR, DIKARE PÊŞIYA ZEXTÊN DERVE BIGIRE

Moînî bi bîr xist ku wan 2 caran deklarasyon weşandine û got: Mixabin Îranê bersiveke erênî neda. Divê Îran guh bide banga me, li hundur çareseriya demokratîk pêk bîne û bi vî rengî diakre pêşiya zextên derve jî bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv