Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyaseta Emerîka û Êrîşên Tirkiyê dibin-Sedema bihêzbûna DAIŞ li Îraqê

 

DAIŞ LI IRAQÊ JI NÛ VE ZINDÎ DIBE
SIYASETA AMERÎKA Û ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DIBIN SEDEM

Demên dawî hem li Iraq û hem jî Sûrî hebûna çeteyên DAIŞ’ê careke din weke metirsî ket rojevê..

Bi taybet jî li Iraqê êrişên çeteyan pir zêde bûne.

Aliyên pêwendîdar dibêjin sedema sereke a zindîbûna DAIŞ’ê vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê û bi giştî siyaseta wê ya li herêmê ye..

Êrişên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî jî weke sedemeke bingehîn a zindîbûna DAIŞ’ê tê dîtin..

21’ê Adara 2019’an DAIŞ li keleha xwe a dawî Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk be hat têkbirin..

Têkoşîna 5 salan a QSD’ê ku dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî, hem li herêmê û hem jî li cîhanê hêviya xelasiya ji êrişan peyda kir..

Piştî vê serkeftinê bi 7 mehan Amerîka hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûrî derxistin û bi vî awayî rê da dewleta Tirk da ku êriş bike..

Tevî êrişên dagirkeriya Tirk jî QSD’ê nehişt aramiya xelkê herêmê xira bibe û di ber de jî operasyonên xwe li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam kirin..

Operasyona herî bi bandor 26’ê Cotmeha 2019’an li devereke girêdayî Idlibê ku di bin kontrola dewleta Tirk de bû pêk hat..

Di encama îstîxbaratên QSD’ê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî hat kuştin..

Bi ketina sala 2020’an re Amerîkayê siyaseta xwe vê carê li Iraqê xist dewrê û hêzên xwe ji Kerkûk, Selaheddîn û Enbarê vekişandin..

Hem tevgera Amerîka û hem jî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî rê li ber DAIŞ’ê vekirin ku xwe ji nûve birêxistin bike..

Di wextekî de ku bi taybet Iraq bi mijara vîrûsa Koronayê û her wiha aloziya siyasî re mijûl dibû, çeteyên DAIŞ’ê derketin holê êrişên xwe zêdekirin..

Ji ber vê xeteriyê hem Amerîka û hem jî koalîsyona navdewletî li siyasetên xwe poşman dibin û niha careke din dixwazin hêzên xwe li Iraq û Sûrî zêde bikin..

Lewma fermandariya koalîsyonê bang li welatên endam kir da ku bi awayekî lezgîn hêzên xwe bişînin Iraqê…

Li gorî planê, tê payîn ku piştî cejna Ramazanê li Iraqê operasyoneke berfereh were destpêkirin..

Di rewşa heyî de DAIŞ’ê bi serokatiya serçeteyê xwe ê nû Ebû Îbrahîm El Qurşî rêbaza damezrînerê DAIŞ’ê Ebû Musab El Zerqawî dişopîne..

Ew jî êrişan li dijî hêzên ewlekariyê û gurkirina şerê mezhebî ye..

Ji ber vê çendê tê gotin wê operasyona li dijî DAIŞ’ê bi rêbazên cûda pêk werte..

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî DAIŞ’ê bi rêya şaneyên xwe ên veşartîn û bi tevlîbûna yekîneyên biçûk êrişan pêk tîne..

Heta niha ji ber tedbîrên QSD’ê û di encama operasyonên hêzên taybet de, DAIŞ nekarî encameke berbiçav bidest bixe..

Lê dîsa jî xeterî heye ku çete li Sûrî jî careke din xwe birêxistin bikin..

Ev jî hatin dîtin

Meral Daniş Beştaş: Li dijî qanûna AKP ya zewaca tecawizkaran emê xebateke berfireh pêş bixin

Stêrk Tv

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

Stêrk Tv

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

Stêrk Tv

Di 30 salî de CPT herî zêde li Tirkiyê lêkolîn pêk aniye

Stêrk Tv

Fermandara YJA-Starê gerîlaya 27 sal Zîn Avesta li Dêrsimê şehîd bû

Stêrk Tv

Tirkiyê yek ji welatên cîhanê yên herî zêde lê mafên zarokan tên bin pêkirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!