Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyaseta Erdogan li Kurdistan û Tirkiyê

 

“ŞERÊ KONTROLKIRINA IDLIBÊ”

TIRKIYE TANK Û PANZERÊN XWE YÊN TEQANDÎ JI QADA ŞER BIRIN

Dewleta Tirk tanq, panzer û wesaîtên wê yên hatibûn teqandin, ji qada şer dûr dixe.

Rusya îdîayên Erdogan ên wekî wan 8 sîstemên parastina hewayî yên Sûrî tinekirine, derew derxist.

Li aliyê din, doh bi şev jî êrişê herêmên rêveberiya xweser kirin.

Êriş li dijî gundên Girê Spî û Şehbayê pêk hatin.

Dewleta Tirk a li Idlib û derdora wê derbên giran xwarine, ew ji raya giştî veşartine.

Derket holê ku di dema şer de gelek tanq, top û panzerên wê hatine teqandin.

Hêzên Tirk doh bi şev, ew tanq û topavêj û panzerên hatine teqandin, ji qada şer birin.

Dîmenên wê jî, ketin medya civakî.

ÎDÎAYA ERDOGAN A 8 PERGALA PARASTINA PANZÎR TINE KIRINE

RUSYA: ERDOGAN DEREWAN DIKE, LI IDLIBÊ 8 PANZÎR TINEBÛN

Li aliyê din, Rusya îdîayên şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan derew derxistin.

Erdogan îdîa kiribû ku wan 8  pergalên parastinê yên bi tîpa Panzîr ên li Surî rûxandine.

Lê belê Wezereta Parastina Rûsyayê diyar kir ku li derdora Idlibê tenê 4 pergalên parastina hewayî hebûn.

DAGIRKERIYA TIRK YA LI BAKURÊ SÛRÎ

DOH BI ŞEV JÎ ÊRIŞÊ GUNDÊ GIRÊ SPÎ Û ŞEHBA KIRIN

Li aliyê din, hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wan doh bi şev êrişê gundên Qizelî yê Girê Spî kirin.

Derbarê êrişên bi obus û moşekan de agahî bi dest neketin.

Êrişeke din jî li dijî gundê Şêx Îsa ya Şehbayê pêk hat.

Hêzên tirk ên dagirker û çeteyan bi roketên SPG-9 êrişê gund kirin.

Lê belê derbarê encama êrişê de ti agahî bi dest neketin.

Ji wan tenê 2 heb hatine rûxandin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv