Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyaseta tecawîz û tacîzê ya dewleta tirk: Dadgeha tirk tecawîzkar Osman Çur serbest berda 14.01.2021

 

LI QOSERÊ BÛYERA TECAWIZÊ
DADGEHÊ TECAWIZKAR OSMAN ÇUR SERBEST BERDA

Zaroka 17’e salî Z.Ç di Tîrmeha sala 2020’an de, ji Swîsre ji bo betlanê diçe navçeya Mêrdîn Qoserê.

Li Qoserê apê Z.Ç Osman Çur destdirêjî lê dike. Li ser gilîkirina zarokê Osman Çur hatibû girtin.

Doh runiştina doza Osman Çur li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Dozger di danişînê de xwest ku di çarçoveyê delîlan de cezayê herî giran li Osmanê tecawizkar bê birîn û girtina wî dewam bike.

Lê şandeya dadgehê bi hinceta ku “gumana bireve tuneye” derbarê bersûc Osman de biryara berdanê da.

Parêzerên Z.Ç. wê biryara dadgehê îtîraz bikin û daxwaz bikin ku Osman Çur cardin bê girtin.

Parêzerên Z.Ç. diyar kirin ku pêvajoya hiqûqî dewam dike gotin: Delîlên di dosyayê de, ji bo girtina Osaman Çur besin.

Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman, derbarê mijarê de, ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Pervîn Şîşman dibêje, biryara ku dadgehê derbarê bersûc de da şaş e û got:

Xwişka min piştî bûyerê, du caran xwest xwe bikuje. Piştî berdana Osman Çur xwişka min cara 3. hewl da xwe bikuje. Me xwişka min rakir nexweşxanê û rewşa wê ya derunî xirabe. Ma dixwazin ku xwişka min bimire?

Pervîn Şîşman, xwest Osman Çur girtî bê darizandina û cezayê heq dike li wî bê birîn.

Ev jî hatin dîtin

Sazî û rêxistinên Êzidî li Hannoverê li dijî lihevkirina PDK ûBexdayê ya li ser Şengalê dest bi çalakiya nobetê kirin 16.01.2021

Stêrk Tv

Noam Chomsky: Divê hemû cîhan nirxên şoreşa Rojava bibîne 15.01.2021

Stêrk Tv

Li kampa Hol’ê bi hezaran jinên DAIŞ’î hene 16.01.2021

Stêrk Tv

Konferansa KNK’ê li ser rola rojnamevanan bi beşdariya rojnamevanên ji 4 aliyên Kurdistan pêk hat 16.01.2021

Stêrk Tv

HPG: Di sala 2020’an de 1005 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin 16.01.2021

Stêrk Tv

Gerîla Binevş Agal di salvegera şehadeta xwe de hat bi bîr anîn 16.01.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!