Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Siyaseta Tirkiyê şerê di navbera Azerbeycan û Emenîstanê de qur dike

 

Li Kafkasyayê 2 cîranên ku 30 salin dijminahiya hev dikin carek din hatin pêşberî hev

Duh li ser sînorên Ermenîstan û Azerbaycanê pevçûnine dijwar pêk hatin.

Ji bo bûyeran her du aliyan hevdû sûcdar kirin

Di vê navberê de dewleta Tirk jî şer sor dike.

Azerbaycan gelek çekên ku ji artêşa Tirk distîne di şer de bikar tîne.

Her wiha dewleta Tirk gelek çete jî ji Sûriyê şandine Azerbaycanê..

Li gorî agahiyên dawî ji her du aliyan heta niha gelek esker hatine kuştin û her saet ev hejmar bilind dibe.

Pêşî, hukumeta Ermenîstanê bi daxuyanî û dîmenên ji eniya şer ragihand, li ser sînorên Karabaga Çiyayî artêşa Azerbaycanê êrişê hêzên wan kirine.

Hukumetê ermenî dan zanîn, li ser vê yekê wan jî êriş birine ser artêşa Azerbaycanê û di bê êrişê de 2 helîkopter, 2 dron û 3 tankên Azerbaycanê hatine hilweşandin.

Bi heman daxuyaniyê re jî Ermenîstan rewşa awarte ragihand û ji bo şerekî berfireh a mezin dest bi amadekariyan kir.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî di derbarê mijarê de axivî û ji hêzên navneteweyî xwest beriya mezinbûna bûyerên dawî midaxale bike.

Paşînyan balê kişand ser desteka dewleta tirk a ji bo Azerbaycanê jî û hêzên cîhanê daxwaz kir pêşî li “midaxaleyeke muhtemel a Tirkiyeyê” bigirin.

Pêşînyan herwiha diyar kir ku di destê wezareta wan a parastinê de têkildarî bikaranîna çekên tirk ji aliyê artêşa azerî ve, agahiyên berbiçav hene.

Serokwezîrê Ermenistanê herwiha da zanîn ku wî li ser mijarê bi telefonê li gel serokomarê Fransayê Macron jî xeber daye û bal kişandiye êrişbazî û provokasyonên dewleta tirk.

Pêşînyan bang li Yekîtiya ewrûpayê kir ku pêşî li tevlîbûna şer a dewleta tirk were girtin.

Dewleta tirk heta niha der barê van îdîayên Ermenistanê de ti şîroveyek ne kiriye.

Serokdewletê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî der barê pevçûnên dawî de daxuyaniyek da.

Aliyev îdîa kir, pêşî hêzên ermenî kozikên artêşa azerî û hin navendên sivîl dane ber topan.

Alîyev di axaftina xwe de gef li Ermenîstanê xwar û got, “kesên Azerbaycanê tehdît dikin wê poşman bibin.”

Li gorî agahiyên dawî yên ajansên nûçeyan, hejmara leşkerên her du aliyan ên di şer de tên kuştin, ji 40î derbas bû û her saet ev hejmar bilind dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv