SIYASETMEDARÊN KURD BEŞDARÎ BERNAMEYA RAVEY ROJ BÛN
“DIVÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERAN YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE”
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Salîha Aydenîz, Endama Serokatiya YNK’ê Hesîbe Ebdula û siyasetmedar Rêbiwar Reşîd, beşdarî bernameya Ravey Roj a televîzyona me bûn.
Siyasetmedaran, bi taybetî rewşa heyî ya li Kurdistanê nirxandin û diyar kirin tu mafê kesî nîne ku destkeftiyên heyî li gorî berjewendiyên desthilatdaran bikar bînin.
Lewre wê têkoşîna sedsalên dawî heba bibe.
Ji ber vê yekê jî di vê demê de pêdiviya gelê kurd tenê bi yekrêzî û yekîştiyê heye.