Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyasetvanên Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera dagirkirina Garê ya dewleta Tirk nerazîbûnên xwe anîn ziman 16.02.2021

 

TÊKŞIKESTINA TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ YA DEWLETA TIRK
KAMÛRAN BERWARÎ: GARÊ TENÊ QONAXEK JI PÎLANA DAGIRKIRINA BAŞÛR BÛ

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikrê Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr Kamûran Berwarî têkildarî tevgera dagirkirina Garê ya dewleta Tirk û têkşikestina wê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.

Kamûran Berwarî bibîrxist, ku dewleta Tirk ev demek dirêj bû amadekariya vê êrişê dikir û destnîşan kir, ku pîlana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji 4 qonaxan pêk tê.

Di vî warî de çûyîna Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Enqerê û hatina Hulûsî Akar bo Bexda û Hewlêrê destnîşan kir.

Kamûran Berwarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk weke şerekî neteweyî bi nav kir û got, êdî dema xebat û têkoşînê ye.

TÊKŞIKESTINA TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ YA DEWLETA TIRK
ŞÊRKO HEME EMÎN: JI BER ZEXTÊN PDK’Ê PARLAMENTO BÊHELWEST E

Parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê Dr Şêrko Heme Emîn jî derheqê heman mijarê de axivî.

Heme Emîn da zanîn, ku ji ber zextên PDK’ê parlemena herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk bê helweste.

Şêrko Heme Emîn xwest êdî bêdengiya hukûmeta herêma Kurdistanê û parlementoya wê li hemberî êrişên ji bo qirkirina gelê Kurd were bidawîkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv