Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Suleyman Soylu teraneyên 36 sal berê dubare dike, lê yê ku qediyaye ew bixwe ne 31.12.2020

 

PKK NEQEDIYA, EW DIQEDIN
SOYLU JÎ TERANEYÊN 36 SAL BERÊ DUBARE DIKE

PKK’ê di 15’ê tebaxa 1984’an de li dijî dagirkeriyê guleya yekem teqand.

Ji wê demê ve ye herçî kî li ser postê desthilatdariya tirk rûdinê, îdia dike ku wê PKK’ê biqedîne.

Ji wê demê ve 7 serokkomar li ser post rûniştin.

15 serokwezîr, 30 wezîrê karê hundir û 12 sererkan bi vê sondê dest bi êriş û qirrkirinan kirin.

Em bînin bîra xwe şefê cunyata faşîst ji bo Guleya Yekem a Gerîlayan çi gotibû;

“Ew bermahiyên ji devê şûrê ne, em ê di nava 48 saetan deqira wan bînin.”

Piştî vê gotinê bi navê “Operasyona Guneşê’ dest bi êrişên qirrkirinê kirin.

Digotin; em ê qirra wan bînin. Piştre gotin wê di 72 saetan de biqedin.

Îcar piştî wê bi gotinên weke; “Heydût, eşqiya, terorîst, xayîn, katilên zarokên’ filan û bêvan, wan xwest ku gerîla reş bikin.

Ji wê demê heta faşîzma Erdogan, Bahçelî û Soylu heman terane tên dubarekirin.

Li gel van gotinên xwe kirinên xwe yên faşîzan jî bi awayekî zalimtir û berfirehtir dimeşînin.

Bi kurt û kurmancî ev 36 sal in kesên li Tirkiyê li ser postê desthilatê rûdinên gotinên şefê cuntaya faşîst Kenan Evren hema kêm zêde dubare dikin.

Lê encama ku ji 36 salên borî derketiye; ew ku PKK gerîla naqede berovajî mezin dibe.

Îcar ka em careke din li axaftinên ji demên berê yên Soylu ku teraneyên kenan Evren dubare dike temaşe bikin û ji sefaleta wan a fikrî re şahidi bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv