Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûcê PDK’ê ji reva wê ya ji Şengalê zêdetir e 30.11.2020

 

HEWARA QIRKIRINA ŞENGALÊ
SÛCÊ PDK’Ê JI REVA WÊ YA JI ŞENGALÊ ZÊDETIR E

Di şefeqa sedsala 21’an de li ber çavê hemû dinyayê fermana êzidiyan hat rakirin. Me hemûyan jî lê şahidî kir.

Di vê fermanê de rola sereke jî dabûn wê avadaniya ku beriya DAIŞ êrişî Şengalê bike ji Êzidyan re gotibû; em ê we biparêzin.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ êrişî Şengalê kir. Bi deh hezaran êzidî hatin qetilkirin.

Bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazara koleyan hatin firotin, tecawizê wan hat kirin.

Hê jî bi hezaran êzidiyên windahî hene. Li Şengalê hê jî gorên komî tên dîtin.

Ev prose çawa bi pêş ket. Pîlana fermanê ji aliyê kê ve hat danîn?

Beşdar kî bûn û rola wan çi bû? Ev pirsên girîng in.

Ji bo fêmkirina vê pîlanê divê mirov careke din bîra xwe jî taze bike.

Di 4’ê tîrmeha 2014’an de Ozgur Gundem di manşeta xwe de cih dabû nûçeyek girîng.

Li gorî nûçeyê ku xwe dispar agahiyên dîplometekî;

Pîlana pêşveçûna DAIŞ’ê ya li Iraqê, girtina Mûsilê hemû di civîneke veşartî ya li Ammanê hatibû çêkirin.

Dewleta tirk, PDK, rejîma Baas a Iraqê, Amerîka, Erebistana Siûdî û Urdun tevli wê civînê bûbûn.

Di nûçeyê de dihat gotin ku civîn di 1’ê hezîranê de pêk hatiye. Piştî lihevkirinê di 9’ê hezîranê de jî DAIŞ’ê Mûsil girt.

DAIŞ piştî dikeve Musilê bi sedan êzidî jî qetil dike. Êzidiyên di nava artêşa iraqê de ji ber metirsiya fermanê berê xwe didin Şengalê.

Êzidî bi heyetekê diçin gel Fermandarê Pêşmerge ya Şengalê Serbest Bapîrî jê re dibêjin; 2 hezar û 551 êzidî weke fedayî dixwazin Şengalê biparêzin çek bidin me.

Lê Bapirî çek nade wan û dibêje, em ê we biparêzin. Heta dema êrişî jî PDK’î dibêjin, ji cihên xwe veneqetin hêzên teqwiye ji Duhok û Hewlêrê tên.

Der barê reva pêşmergeyan de navberekê ji Mesût û Nêçîrvan Barzanî hat pirsîn bê ka kê talîmata vekişînê daye.

Herduyan jî hev sûcdar kir. Lê wê demê hemû pêşmerge ji ber ku serokê herêmê bû bi Mesût Barzanî ve girêdayî bûn.

Beriya êrişa DAIŞ’ê ya li dijî şerngalê 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê derdikevin û êzidyan bêy
parastin dihêlin.

Reva pêşmergeyan a wê demê ji aliyê rojnamevan Berfîn Hêzil ve hatibû belgekirin.

Niha jî piştî wê fermanê bi saya berxwedana gerîlayên Kurdistanê, HPG, YJA Star, şervanên YPG, YPJ’ê yenîneyên YBŞ û YJŞ’ê Şengal di demekî ku xwe bi xwe rêve dibe pîlaneke din a qirêjî di dewrê de ye.

Tevî hikûmeta Bexdayê PDK û hikûmeta AKP-MHP’ê di 9’ê Cotmehê de peymaneke ne bixêr ku dixwaze dawî li jiyana azad a Şengalê bîne îmze kirin.

Dîplomasiya qirêjî ya vê pemanê jî dîsa li ber çavê dinyayê pêk hat.

Di meha hezîranê de musteşarê MÎT’a tirk Hakan Fîdan çû Hewlêrê, Serokwezîrê Iraqê Kazimî çû Washîngtonê, piştre Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Enqerê.

Tişta ku DAIŞ’ê bi fermana 3’yê tebaxê ji ebr berxwedana 12 siwariyan 12 gerîlayên azadiyê pêk bîne niha dixwazin bi vê peymanê bibin serî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv