SULEYMAN SOYLU GEF LI BAROYA STENBOLÊ XWARIN
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soleyman Soylu ku dijminê sondxwar yê gelê kurde, îjar jî êrişê posterê Ebrû Timtik kir.
Parêzerên Baroya Stenbolê ji bo bîraninê posterê Ebrû Tîmtîk bi avahiya xwe ve daleqandin, lê ev bû hedefa Soylu.
Parêzer Ebrû Tîmtîk di 238 rojiya mirinê de şehîd bûbû.
Bi sedan hevalên wê li ber Baroya Stenbolê ew bibîranîbûn û posterekî wê yê mezin bi avahiyê ve daleqandibûn.
Ev yek li zora wezîrê rêjîma faşîst a AKP-MHPê Suleyman Soylu çû.
Suleyman Soylu bi şermezarkirina daleqandina poster gef li Baroya Stenbolê xwar.
Soyle diyar kir, ku ewê giliyê baroyê bike.
Bi vî rengî Baroya Stenbolê û parêzerên wê kirin hedef.