Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Suleyman Soylu tecawîzkariya dewleta tirk piştrast kir

 

13’ê meha 11’an 2016…

“Wê careke din li vî welatî, navê PKK’ê neyê hilanîn.”

Xwediyê vê îdîayê wezîrê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê Suleyman Soylu bû û piştî 4 salan hê jî bixwe navê PKK’ê tîne ziman.

Soylu yê timî êrişî gelê Kurd û nirxên wî dike, tespîta Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê ya “Dewleta Tirk fail e, an go tecawizkar e” îro bixwe piştrast kir.

Ji bo bala civakê li ser bûyera eskerê xwe yê tecawizkar bide devereke din, dîsa behsa HDP û PKK’ê kir.

Wezîrê Rêjîma Faşîst a AKP-MHP’ê Suleyman Soylu ji ber ku eskerê wî yê tecawizkar Mûsa Orhan zêde kete rojevê nerazîbûn nîşan da.

Soyluyê beriya mehekê eskerê tecawizkar dayî berdan, îro bû xwediyê meseleyê û gotin li cih be, hewl da xwedî li eskerê xwe yê tecawizkar derkeve.

Suleyman Soylu ji bo bûyerê berevajî bike, berê civakê ji mijara tecawizê bide devereke din, dîsa êrişî tevgera azadiyê ya gelê Kurd kir.

Ji bo vê yekê jî wiha got:

“Sebeba bingehîn a ku hin derdoran ev mijar timî anîn rojevê, hewldaneke ji bo ser tiştên HDP û PKK were girtin.”

Xuyaye Suleyman Soylu ji ber ku navên artêşa welatê wî û polîsên wî bi tecawizê tên hilanîn aciz bûye.

Ya herî girîng jî ew e, ku Suleyman Soylu tevî derfetên dewleta xwe hemûyan bi artêş û polîsên xwe li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çûye, ew çendî bi hêrs e.

Mînaka vê yekê îdîayeke wî ya 13’ê meha Mijdara 2016’an bû.

Wezîrê faşîst wê rojê gotibû, “wê careke din li vî welatî, navê PKK’ê neyê hilanîn.”

Lê, ne tenê îro her cara diaxive û daxuyaniyan dide ew bixwe navê PKKê tîne ziman.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayila hê beriya çend rojan derheqê vê mijarê de ji televîzyona me re axivîbû.

Mûrat Karayilan jî ev îdîaya Suleyman Soylu ya 2016’an bibîrxistibû:

Wezîrê faşîst ê dagirkeriya Tirk, ku ev îdîaya wî neçû serî rojane bi hêrs û kîneke mezin êrişî Tevgera Azadiyê dike.

Lê di bûyera dawî ya Batmanê de ku eskerê bi navê Mûsa Orhan bi tecawizkariyê ket rojevê, careke din rûyê rast ê dagirkeriya Tirk ron û eşkere bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv