Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Taktîka şerê taybet: Derew 03.12.2020

 

TAKTÎKA ŞERÊ TAYBET; DEREW
BÎLANÇOYA ESKERÊN DAGIRKER ÊN BI ÎDIAYA QEZAYÊ MIRINE

Îktîdara AKP-MHP’ê ji dema avakirina xwe ve sazûmaniyeke şerê taybet e.

Ev îktîdara faşîst li Kurdistanê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê serî li hemû rêyên qirêj ên şerê taybet daye û hê jî dide.

Lê dîsa jî wê nekariye rastiya şerî ji gelê kurd û civakên Tirkiyê veşêre.

Bilindkirina pêla şovenîzmê û hamaseta ku dikin jî bi saya ked û têkoşîna gerîla yek bi yek pûç dibin.

Yek ji derewa mezin a vê îqtîdara faşîst jî ew e eskerên xwe yên di şer de hatine kuştin weke ku di encama qezayê de mirine nîşan dide.

Ji bo vê yekê jî ragihandina xwe weke estrumanteke bi kar tîne.

Bîlançoya derewa eskerên bi qezayê mirine ji aliyê Lêkolîn.org’ê ve weke nûçeyeke taybet hat amadekirin.

Biryargeha Navenda Parastina Gel der barê çalakiya gerîlayan a li Çelê li Girê Şehîd Rêber daxuyanibû ku gerîlan di çalakiyê de 3 dagirker kuştine.

Wezarete tirk di daxuyaniya xwe de der barê bûyerê de îdia kiribû ku eskerên wan di perwerdê de bi qezayê mirine.

Di 18’ê mijdarê de îdia kirin ku 2 eskerên wan li Colemêrgê ji ber lêdana birûskê mirinê û 13 jî birîndar bûne.

Di 18’ê mijdarê de gerîlayan li eskerên êrişa bi navê pence kaplanê dikirin xist. Yek jê yarbay 3 dagirker hatin kuştin. Wezareta tirk dîsa îdia kir ku qeza kirine.

Lê Biryargeha Navenda Parastina Gel detayên çalakiyê jî eşkere kir û got gerîla çûne ser eskeran û çek hildane.

Îdiayek jî der barê mirina çawişê pispor Cumhur Tokuş ku di 19’ê mijdarê de li Amedê hat kuştin. Îdiaya dewletê ew bû çeka wî pê ve teqiyaye.

Di 1’ê îlonê de îdia kirin ku wesayîta eskerên wan li navça Colemêrg Şemzînanê qelibiye çawîşekî wan ê pispor miriye.

Di heman dîrokê de Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku ev ne qezaye gerîla sabotaj kiriye.

Li navça Colemêrg Geverê gerîlayan derbeke giran li dagirkeran da lê artêşa tirk îdia kir ku di 10’ê tebaxê de wesayîta wan qeza kiriye û 2 polêsên wan mirine.

Di 27’ê tîmehê de li navça Mersîn Mutê yekîneyên bajaran li otobosa eskeran da.

4 esker mirin û 27 esker jî birîndar bûn. Lê dewletê dîsa îdia kir ku ev qeza ye.

Dewleta tirk li Sêrtê jî di êrişa xwe dagirkeriyê de ji gerîlayan derb xwar.

Lê wezîrê tirk Soylu îdia kir ku li Berwariyê wesayîta eskeran qeza kiriye 2 eskerên wan mirine û 7 jî birîndar bûne.

Ev derewên dewleta tirk ne tenê ji bo kuştiyên xwe yên li bakur û başûrê welat li rojava jî derbên ji şervanên Rizgariya Efrînê xwarine hemû bi îdiaya qezayê xwestin veşêrin.

Li dijî van manîpulasyonan jî Gerîla TV bi qeydkirina çalakiyên gerîla van derewan pûçkirin û rastiya şerê qirêjî ya dewleta tirk eşkere kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv