TALANA DEWLETA TIRK LI SER SIRUŞT Û PERESTGEHÊN XWEZAYÎ BERFIREH DIBE
NIHA JÎ LI SER NAVÊ SERERASTKIRINÊ AVZÊMÊN MUNZURÊ TÊN XIRABKIRIN
Talana dewleta Tirk a li ser siruşt, hawîrdor û perestgehên xwezayî yên baweriyan berfireh dibin.
Vê carê jî bi kepçe û greyderan zirar dan çaviyên Munzurê yên di nav gelê herêmê de xwedî cihekî girîng in.
Li gorî nûçeya ji aliyê ajansa Mezopotamya ve hat weşandin, li navçeya Pilûrê ya Dersimê, xebatên di bin navê “sererastkirina derdorê” de lê di eslê xwe de, berevajî vê zirarek mezin dide hawîrdor û bedewiyên xwezayî.
Ev yek bi navgîna makîneyên ku divê neyên bikaranîn, pêk tê.
Li çaviyên Mûnzûrê ku ji aliyê welatiyên elewî ve pîroz tê qebûlkirin, xebatên tên meşandin, ne di çarçoveya pîvanên pêwist de tên kirin.
Navenda Lêkolînên Dersimê ya dibe wekî êrişeke li dijî bawerî û perestgeha elewiyan nirxand.