Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Talankariya dewleta tirk li ser xwezaya Kurdistanê: Ava qirêj a kana komirê zirarekê mezin dide çemê Nêrdûşê û ajalên wê 04.01.2021

 

AVA QIREJ A KANA KOMÎRÊ
ZIRAREKÊ MEZIN DIDE ÇEMÊ NÊRDÛŞÊ Û AJALEN AVÊ

Xwezaya Kurdistanê bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tê talan kirin û tûnekirin.

Ava qirêj a ji kana komirê ya li quntara Çiyayê Cûdî ye diherike çemê Nêrdoş, ji wir ji tevli çemê dicle dibe

Ev ava qirêj ji meha nîsana sala borî ve tevlî ava Nerdûş dibe.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşan da.

Huseyîn Kaçmaz got: ava qirêj ya diherike ser ava Nêrdûş encama ranta AKP’ê ye.

Rêxistina Ekolojiyê ya HDP’ê jî li ser di medya dijîtal de nerazîbûn nîşanda û got:

Ava ku bi salane ji kana komirê diherike dibe sedema mirina zindiyan û talana zeviyan.

Rêxistina ekolojiyê ya HDP’ê vê pirsê jî dike: Kana komirê ya bi dehê caran ceza girt çima nayê girtin.

Çemê Nêrdûş li herêm Botan çavkaniya jiyanê ye, zeytun, guz û hinar tê gihandin,

Ava qirêj ya ji kana komirê diherike, welatiyen derdore mexdûr dike.

Welatiyên cotkarî û ajaldariyê dikin, nikarin ava çem bikarbînin.

Ji ber ava qirej a kana komîre, di serî de seyê avî û masîyen ku di çem de jiyan dikin hemû ajalen avê zirarekê mezin dibînin.

Tevî ku gelek caran ji ber tedbirên pewist nehatine girtin, cezayê pereyan li kane komîrê hatiye birîn jî ev ava qirêj jê tê.

Kurdistanî û hawirdorparêz bi ser navê “Ji Nerdûşê komir diherike” nerazîbûna xwe ya li hemberî talana xwezayê tînin ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv