Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tecrîda li Îmraliyê û durûtiya dadgeha Ewropayê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye 30.11.2020

 

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
DURÛTIYA DADGEHA EWROPAYÊ… DARVEKIRINÊ CIHÊ XWE JI TECRÎDÊ RE HIŞTIYE

Ji meha îlonê ve hem li welat hem jî li derveyî welat kurdistanî tevî hêz û rêxistinên dost û demokratîk li ser pêyan in.

Bi armanca biserxistina Pêgava KCK û KJK’ê ya “Dem Dema Azadiyê ye” dewa azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê kirin.

Lê li aliyê din jî hêzên komploger û notirvana Îmraliyê dewleta tirk di siyaseta tecrîdê de israrê dikin.

Ev tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kirî îro li ser temamiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê sepandin.

Li pişt domandina vê tecrîdê bi qasî siyaseta faşîst a dewleta tirk Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî heye.

Li gel îçtîhadê xwe û li gel raporên CPT’yê jî ev dadgeh li gorî bayê konjuntura siyasî di domandina tecrîdê de bêdengiya xwe dewam dike.

Dadgeha navborî di sala 1999’an de ji aliyê dadgeha tirk DGM’a hejmar 2 cezayê darvekirinê da Rêber Apo biryarê red kir, biryara tedbîrê da.

Proseya tecrîdê jî di esasê xwe de xwe dispêre vê tedbîrê jî.

Rêber Apo der barê darvekirin û proseya tecrîdê de di hevdîtineke xwe de ev nirxandin kiribû:

“Her dû jî darvekirinin, lê tenê rêbaz cuda ye.”

Parêzer Eyup Dûman helwesta Dadgeha Ewropayê bi van gotinan nirxand.

Li gel ku Dadgeha Ewropayê tecrîd tespît kiriye jî ji ber berjewendiyên xwe zextan li Tirkiyê nake.

Birêz Ocalan li Îmraliyê li derveyê qanûnû tê ragirtin.

Tecrîd li dijî qanûnên netewî û navnetewî ye.

Bi taybetî ji bo wî girtîgehek hatiye avakirin û mafên ji bo girtiyan hatine nasîn ji bo wî nehatine nasîn.

Girankirina rewşa tecrîdê jixwe tê wateya darvekirinê.

Tecrîd rizandin û tunebûna hêdî bi hêdî ye.

Heke mirovekî din be; dibe ku nikaribe li ber xwe bide.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv