Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tecrîdkirina Rêber Apo: Parêzer, Siyasetmedar û Dayikên Aşitiyê axivîn

 

TECRÎDKIRINA RÊBER APO
PARÊZER, SIYASETMEDAR Û DAYIKÊN AŞTIYÊ AXIVÎN

Tecrîda li Imraliyê, ne tenê tecrîdkirina rêber APO ye, hepiskirina irada gelê kurde, redkirina hemû daxwazên meşrû yên gelê kurd e, perçekirina yekitiya gelê kurde.

Dewleta tirk jî dizane ku ev 3-4 salên li pêşiya me, ji bo tayînkirina qedera sadsala me gelek girînge, derheqê Rojhilata Navin de plan û projeyên mezin hene, dibe ku sînorên dewletan jî biguherin, lewma bi tecrîdkirina Ocalan dewleta tirk dixwaze derbeke mezin li projeya azadiya gelê kurd ya vê sedsalê bide.

Parêzer û rêvebirên HDP derheqê rewşa îro ya li Imraliyê de axivin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Parêzer Cengîz Çîçek li ser tecrîdkirina Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Cengîz Çîçek diyar kir ku girtîgeha Îmraliyê li derveyî qanûnan û hiqûqê ye.

Çîçek got ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve rojevkirina azadiya Ocalan, yek ji xala sereke ya têkoşînê ye ji bo gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk.
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz jî got bi tecrîdkirina Rêber Apo re alozî zêde bû.

Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç jî got tecrîd nahêle ku aştî pêk were.

Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Uzeyîr Kilinç jî bal kişand ser encama polîtîkayên tecrîdê.

Meclisa Dayikên Aştiyê jî ji bo çareseriyê Rêber Apo wekî muxatab nîşan dan.

Dayikan got niha dema aştiyê ye û Ocalan dikare vê yekê pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv