Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Têkiliyên di navbera Parastin û MÎT’ê de 17.11.2020

 

TÊKILIYÊN DI NAVBERA PARASTIN Û MÎT’Ê DE
BI TÊKILIYA XWE YA QIRÊJ PÊŞMERGEYÊN ROJ ÇÊKIRIN

Dezgeha îstîxbarata PDK’ê Parastin ji aliyê MOSSAD’a Îsraîlî û SAVAK’a îranî ve hat çêkirin.

Ev dezgeh ji dema damezranîna xwe ve ji bo binemala Barzanî li dijî tevger û rêxistinên kurdî tê xebitandin.

Gelek belge îspat dikin ku ev dezgeh weke mafyayê dixebite.

Malbata Barzanî, kesên xwedî erkên bilind û sîxûrên MÎT’ê ji aliyê vê dezgehê ve tên parastin.

Avakirina “Pêşmergeyên Roj” di çarçoveya civînên “Parastin û MÎT” de pêk hat.

Der barê têkiliya navbera Parastin û MÎT’ê li gel belgeyan îfadeyên sîxurên MÎT’ê ku ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin jî hene.

Yek ji wan sîxûran di îfadeya xwe de ev agahî dabûn.

Em bi endamên Parastinê re heftane civînê çêdikin.

Li ser navê Tirkiyê konsolos û endamên MÎT’ê tevli dibin.

Ji Parastinê jî di asta bilind de tevli bûn çêdibe.

Ez dizanim ku tenê di yek carê de çil hezar dolar dane berpirsyarê maseya PKK’ê.

Piştî ku Serokatiya Daîreya Iraqê ya Xebatên Taybet hat damezirandin biryara avakirina avaniyên paramilîter hat girtin.

Pêşmergeyên Roj jî di vê çarçoveyê de ne.

Wezîfeya Parastinê ew e komên bi navê Roj bi çek bikin û bi PKK bidin şerkirin.

Sîxurekî berê yê ku di dezgeha “Parastinê” de bû Mihemed Selman Berwerî di bîranînên xwe dibêje:

“Qadirên Parastin” hişk û bê rehm bûn.

Li kê guman bikirana, ger ji Partiya Bas “Partiya hevpeymanê wan” an jî komên şoreşerên Kurdistanê, baskê Celalî, yan jî her yekî ku li ser malbata Barzanî û rêveberên wan bi nebaşî biaxiviya, yan jî nêrîneke dijberî nêrîna Partiya Barzanî û serokê wê bigota, ew digirtin, davêtin zindanê, êşkence dikirin, dikuştin cenazeyê wî/wê bi kevirekî ve girêdidan da ku dakeve bin avê û piştre davêtin çemekî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv