Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanJinNûçeyên Dawî

Têkoşîna Ciwanan li Başûr li dij^i êrîşên Dewleta Tirk a dagirker

 

 

Li Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina Artêşa Tirk ango bidawîkirina dagirkeriyê kampanya îmzeyan heye.

Ciwanên li Başûr her roj bi hezaran îmze kom dikin.

Wê van îmzeyan jî radestî hikûmet, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî bikin.

Bi vê armancê jî li Kerkûk û Silêmanî dezgehên îmzeyan hatin danîn.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer pêk tê.

Heta niha bi hezaran îmze hatine komkirin.

Ciwanan li bazara Rehîmawa ya Kerkûkê dezgeh danîn û îmze kom kirin.

Hat ragihandin ku tevahî îmzeyên bên komkirin, wê radestî hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî bên kirin.

Li Silêmanî jî li ser riya Orzidî dezgehê îmzeyan hat danîn.

Xelkê Silêmanî jî bi îmzeyên xwe piştgirî da kampanya ciwanan.

Koma Jinên Ciwan a çand û hunera şehîd Vejîn jî ji herêma Germiyanê bi stranekê piştgiriya xwe ji bo Cenga Heftenînê anîn ziman.

Di peyama xwe de jî wiha gotin; Beşek ji dagirkeriya dewleta Tirk, li ser çand û hunera gelê me ye. Ji bo vê pêwîste em çand û hunera gelê xwe biparêzin. Ji bo hunerek azad û welatek azad, ji bo azadiya jin û rêberek azad, leşkerên Tirk divê werin derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv