Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di teqîna li Beyrûdê rû daye herî kêm 100 kes mirin

 

Doh danê êvarê li paytexta Libnanê Beyrûdê teqîneke mezin pêk hat..

Li gorî îdîaya rayedarên dewlet, teqîn li nava ambareke çekên kevin pêk hatiye..

Di encamê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran mirov jî birîndar bûn..

Ji ber encama giran li welat şîn hat ragihandin..

Mîna Hîroşîma û Nagazakî ye..

Bi van gotinan rayedarên Libnan teqîna doh a li paytext Beyrûdê pênase kirin..

Li gorî nexşeya deverên zerar li wan bûyî, teqînê bandor li herêmeke bi dirêjahiya 26 kîlometroyan kir..

Heta vê kêliyê sedem û çavkaniya rasteqîn a bûyerê nayê zanîn..

Tişta ku destpêkê ji aliyê rayedarên dewletê ve hat eşkerekirin, teqîn li navendeke çekên bi tahlûke a Lîmana Beyrûdê pêk hatiye..

Serokê welat Mîşel Awûn ragihand ku nêzî 3 ton Nîtrar Amonyum li nava Lîmana Beyrûdê teqiyane û wihat got:

Bêyî ku ewlekariya mirovên derdorên hesab bikin, nêzî 6 salan e ev rêjeya mezin a Amonyumê li ambarekê bicih kirine. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Awûn diyar kir ku ew ê 2 hefteyan rewşa awarte li paytextê ragihînin..

Wezîrê Tendirûstiyê Hemed Hesen derbarê encamê de agahî bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî vê heta niha herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 4 hezar jî birîndar bûne..

Di nava birîndaran de rewşa bi sedan kesî giran e..

Ji ber vê rayedarên tendirûstiyê ragihand ku dibe hejmara qurbaniya pir zêde bibe..

Ev jî hatin dîtin

Hunermendên Êzidî xwedî li Şengalê derketin 25.10.2020

Stêrk Tv

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine polîtîkayên tirkkirinê kûrtir dike 25.10.2020

Stêrk Tv

Dagirkeran li Efrînê dîsa sivîlek revand 25.10.2020

Stêrk Tv

PDK hêzeke taybet li gel çekên giran sewqê herêma Garê kir 25.10.2020

Stêrk Tv

Gerîla Xerzan: Bêrîtan bû xeta serketinê 25.10.2020

Stêrk Tv

Bernameya Nêrîn roja Duşemê saet 18:00 li ser ekranê Stêrk tv

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!