Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Terora Dewleta Tirk li dijî HDP’ê wek nûçeyek lezgîn ket rojeva çapemeniya cîhanê

 

Tevgera qirkirina siyasî yên li dijî şaredar, parlementerên berê û gelek endamên navendî yên HDPê hatin lidarxistin, di medya cîhanê de jî bûn nûçe.

BBC û Deutsche Welle nûçeya li ser operasyonê weke bûyera lezîgîn ragihandin.

Balkêş e ku ajansa nûçeyan a herêma otonom a Çînê Macau jî bi nûçeya li ser operasyonê bi lezgînî kir manşet.

Ajansa nûçeyan a herêma otonom a Çînê Macau operasyona qirkirina siyasî ya dewleta tirk a li dijî HDPê weke nûçeyeke bi manşetê ragihand.

Dewleta tirk şaredar jî di navê de 82 rayedarên HDPê kirin binçavan.

BBCyê jî operasyona dewleta tirk a li dijî HDPê bi vê manşetê ragihand:

Encama lêpirsîna çalakiyên Kobanê: Sırrı Süreyya Önder û Ayhan Bilgen jî di navê de biryara binçavkirina 82 kesan.

Nûçeya BBCyê bi kurtî wiha ye:

Serdozgeriya komarê ya Enqerê parlementerên berê yên HDPê, endamên desteya rêvever a Navendî û şaredar jî di navê de der barê 82 kesan de biryara binçavkirinê derxist.

Deutsche Welleyê jî nûçeya li ser operasyonên qirkirina siyasî bi manşet ‘Operasyonên Kobanê’ weşand û desnîşan kir ku di encamê de hejmareke mezin HDPyî hatine binçavkirin.

Ajans dide zanîn ku operasyonên navenda wan Enqere ye, li 7 bajaran pêk hatin û hat diyarkirin ku di encama lêpirsîna bûyerên Kobanê de biryara binçavkirinan hatiye dayîn.

 

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv