Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Terora dewleta Tirk li ser Kurdan 02.11.2020

 

TERORA DEWLETA TIRK LI SER KURDAN
BIRAZIYÊ ŞÊRALÎ DERELÎ HOVÎTIYA ESKERÊN TIRK BI DÎMENAN BELGE KIR

Şêralî Derelî ji gundê Awyanê ye.

Ev gund bi ser bajaroka Bajêrgehê ye ku bi ser navçeya Colemêrg geverê ye.

Şêralî Derelî şeva 29’ê cotmehê ji bo ku av bide hesp û ceniyê xwe ji malê derdikeve.

Hêj 50 metre ji mala xwe dûr dibe nabe eskerên tirk ew gulebaran dikin.

Şêralî Derelî di encamê de jiyana xwe ji dest dide.

Lê wehşeta eskerên tirk bi dawî nabe.

Nahêlin xizmên wî cenaze jî ji erdê rakin.

Biraziyê Şêralî Derelî bi telefona xwe dîmenên vê hovîtiyê digre.

Evê ku li erdê ye apê min e. Bê çek e. Ev der hema piştê gundê me ye. Va ye gund ev der e. 20 – 30 metre li seriya gund apê min gulebaran kirin û ew kuştin. Cenazeyê jî nadin me. Wê sibe du sibe di nûçeyan de derkeve, wê bibêjin; di destê wî de C4 hebû.

Lê apê min mirovekî 60 – 70 salî ye. Sûc û gunehê wî tine bû. Gule berî me jî dan, gaz avêtin nava me. Va ye rastiya Tirkiyê ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv