Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Terzê siyaseta PDK’ê dide windakirin 04.01.2021

 

TERZÊ SIYASETA PDK’Ê DIDE WINDAKIRIN
TEKANE DERDÊ PDK’Ê EW E LI SER POSTÊ DESTHILATÊ RÛNÊ

PDK di sala 1946’an de hatiye avakirin. Yanî bi qasî 32 sal beriya damezrandina PKK’ê.

Lê dema ku mirov li ragihandina PDK’ê binêre, hemû pirsgirêkên xwe yên binyadî weke ku ji ber PKK’ê bin nîşan didin.

Pirsgirêkên ji ber terzê siyaseta PDK’ê hemûyî dixin stûyê PKK’ê.

Kî nedî be nebîna be wê bibêje qey PKK tune bibe wê ev pirsgirêkên li Başûr hemû çareser bibin.

Beriya PKK’ê jî dînamîkên kurdan ên ji PDK’ê re muxalif, hebûn.

Lê ev dînamîk beriya bibin hêzeke yekgirtî bi tasfiyeyê re rûbirû man.

PDK di rola tasfiyekirina van hêzan û pêşengên tevgerên kurdî xwedî sîcîleke xerab e.

Niha heman PDK xwe daye kêleka dewleta tirk tişta ku di salên 1960’î de yan jî di salên dumahîk de anîn serê hêzan, dixwaze bîne serê PKK’ê jî.

Lê li gel van êriş û bêbextiyan jî di serî de Rêber Apo, Tevgera Azadiyê timî di pozîsyoneke çêker de ma.

Wan hewl da PKK ji nav bibin lê PKK’ê timî ji bo yekitiyê ked da û vê keda xwe dewam dike.

Mutabaqata sala 1982’yan ku di bin de îmzeyên Rêber Apo, Îdrîs Barzanî û Mesût Barzanî heye jî îşaret bi hewldanên Tevgera Azadiyê ya ji bo yekrêziya nav mala kurdî dike.

Lê dema mirov ji wê mutabaqatê li pêkanînên PDK’ê dinêre bi roleke ne bixûr rabûna wê eşkere dibe.

PDK’ê pêşî mutabaqata 82’yan red kir.

Bi artêşa tirk a dadirker re rabû tevli êrişa dagirkeriyê ya bi navê “Operasyona Sandîvîç” bû.

Şerê 92’yan ji PKK’ê zêdetir bi PDK’a ku li pêşiya artêşa tirk dimeşiya da windakirin.

Lê PDK tevî vê jî bû beşek ji komploya navnetewî ya i dijî Rêber Apo.

PDK di wê proseya komployê de dosyayên ku tê de Rêber Apo û PKK dihat reşkirin di korîdorên qesrên dewletan de digerandin.

Heman PDK tişta ku di komploya 1999’an de kir, niha dixwaze bi serê Şoreşa Rojava, YPG YPJ’ê ve bîne.

Di dema komployê de PDK’a ku hisabên xwe li ser parçebûna PKK’ê dikir, ji ber sekna Rêber Apo û PKK’ê negihîşt mexseda xwe.

Demek hat di navbera Rêber Apo û Dewleta tirk re diyalog dest pê kir.

Rêber Apo di dema diyaloga heyî de bang li aliyên kurd jî kir ku yekitiya netewî tanzîm bikin.

Heta di sala 2013’an de Civîna Hewlêrê pêk hat. Kurd cara yekem, gotin, îcar temam e.

Lê PDK dîsa bi rola xwe ya ne bixêr rabû û ev hewldan û ked hemûyî bê encam hişt.

Li dijî Rojava bi dewleta tirk a dagirker re bi heman argumanan rabû.

Di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan tişta ku kir, belkî gotina îxanetê jî jê re sivîk bimîne.

Îro jî bi dewleta tirk a dagirker re ji bo fetisandina garantiya jiyana azad a Kurdan, li dijî gerîla bi vekirî êrişên xwe dewam dike.

Di êrişên dewleta tirk a li dijî Başûr û Rojavayê welat de bi sedan sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Lê ji devê serkirdeyên PDK’ê yek carekê jî li djî dewleta tirk gotinek derneketiye.

Ew dewleta tirk ku di dema referandûmê de got, em deriyan bigrin hûn ê ji birçînan bimrin.

Ew dewleta tirk ku bi hewldanên xwe kir ji sedî 40’ê başûr ji dest biçe.

Tevî vê jî PDK hîn jî di hembêza dewleta tirk de ji bo tunekirina gerîla kar dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv