Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TEV-DEM: Bi helwesteke netewî em dikarin pêşî li şerê navxweyi bigrin 14.11.2020

 

TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK:
BI HELWESTEKE NETEWÎ EM DIKARIN PÊŞÎ LI ŞERÊ NAVXWEYÎ BIGRIN

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê jî li hember şerê muhtemel yê nava rêxisitnên kurdan, banga Yekitiyê kir.

TEV Dem ji gelê Kurd û hêzên niştimanî xwest ku rê nedin şerekî navxweyî û got hemû pirsgirêk dikarin bi rêya diyalogê werin çareser kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku aloziya li Başûr ev demeke bandoreke neyînî li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Eger ev alozî neyê çareserkirin, wê civaka Kurd berdêlên giran bide. Ji ber vê çendê diyaloga di navbera hêzên Kurdî de daxwazeke netewî ya lezgîn e.

TEV-DEMê bang li aliyan kir ku hemû pirsgirêkên navxweyî bi rêya diyalogê çareserbikin û wiha got:

“Dewleta Tirk bi siyaset û planên xwe yên taybet, dixwaze Kurdan berde hev û wan bê hêz bike. Bi vî awayî projeyên xwe ên dagirkeriyê jî bi hêsanî pêk bîne. Her kes êdî ji xeteriya pêvajoya heyî ya ku Kurdistan tê re derbas dibe, hayedar e. Tirkiyê ji bo Kurdistanê dagir bike, hemû hêza xwe bikar tîne.

Tev-Dem’ê ragihand ku rêya pêşîlêgirtina planên hêzên dagirker, pêşxistyina diyalogê ye û ev bang kir:

Em di serî de hêzên siyasî û niştîmanî û hemû beşên civaka Kurdistanê bang li tevahî hêzên niştîmanî dikin ku li hemberî planên komplogeran hişyar bin û xwedî helwesteke netewî bin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv